Bêkes ê biçûk herî zêde bêriya bisîkleta xwe
11:01
JINHA
RIHA – Bêkes Ahmet (7) ê ji bo Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bisîkleta xwe li pey xwe hiştiye û hatiye Pirsûsê dibêje dixweza di demeke kin de vegere gund û bi hevalên xwe re dîsa bi bisîleta xwe ve bilîze.
Piştî di 15’ê îlonê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê dest pê kiri bi hezaran walatiyên Kobanê koçber bûn û hatin Pirsûsê û bajarên din ên herêmê. Welatiyên koçber bûn û hatin niha hewd didin bijin û piştî azadiya Kobanê jî vegerin axa xwe. Ji welatiyên ku koçber bûne hatine herî zêde jî zarok dixwazin vegeran Kobanê û xeyalên xwe bi cih bînin. Yek ji wan jî Bêkes Ahmet (7) ê biçûk e û dixweze di demeke kin de vegere û bi hevalên xwe re bi bisîkleta xwev e bilîze.
Malbata Ahmet a ji 5 kesan pêt tê û ji gundê Şîran a li herêma Kaniya Kurdan e koçber bûne hatine Pirsûsê li vir konbajarê ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye avakirin de dimîne.
Navê Bêkes, bavê wî Osman Ahmet li wî kiriye. Osman Ahmet dibêje ku ji ber li cihanê dostên gelê kurd nîn e ev nav li kurê xwe kiriye. Navê Bêkes û Kobanê ye ku ev 42 roj in di bin êrîşa çeteyan de ye û cihan hemû cavên xwe lê digirin weke hev e.
Hesreta Kobanê
Bêkes ê ku di nava rajê de li konbajar wekî zarokên din ên ji ber êrîşan koçber bûne û hatine li vir bi cih bûne ve dilîze û dibêje pir bêriya Kobanê kiriye. Bêkes tîne ziman ku gundê wan ji her derê xweşiktir e û herî zêde jî bêriya bisîkleta ku bavê wî dem ali Cezayirê xebitiye jê re stendiye, kiriye. Malbata wî ya ji ber êrişan tenê çend parçe tişt bi xwe re anîne bisîkleta Bêkes jî li Kobanê hiştine.
Dixwaze li gundê xwe li bisîkletê siwar be
Bêkes ê biçûk dibêje ku li gund dema xwe ya zêde bi siwarbûna bisîkleta xwe derbas dikir û dixwaze di demeke kin de vegere gundê xwe û bi hevalên xwe re li kolanên gund li bisîkletê siwar be.
(zt)

