Berxwedana Kobanê bi zîncîra ji mirovan hat silavkirin

13:28

JINHA


RIHA – Li gel ku nobeta berxwedanê ya li ser sînorê Serxet û Binxetê didomin jî, komên nû yên nobetê dewir digirin. Koma nû li ser sînor bi avakirina zîncîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin.

Ji bo balê bikşînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, destekê bidin berxwedana Kobanê ji hêla hezaran welatiyan ve li ser sînor nobeta berxwedanê tê girtin. Ji van gundên ku nobeta berxwdanê lê tê girtin yek jê gundê Mehser e. Îro ji gelek deveran welatî hatin gund û tevli nobeta berxwedanê bûn. Li gundê Miseynterê jî wekî her car çalakiya zîncîra ji mirovan hat lidarxistin. Bi sedan welatiyên ku di çalakiya zîncîra mirovan de hatin cem hev posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bênavber "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", " Selam selam ji Îmraliyê re hezar silav" û "Kobanê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" berz kirin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên Kobanê bi deqîqeyan çepik lê dan û zîncîra ji mirovan ava kirin.

(zt)