Şîlan Kobanê: Di şexsiyeta YPJ’ê de felsefeya Serokatî li dinyayê deng daye

08:42

JINHA


KOBANÊ – Endamê Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê Şîlan Kobanê di derbarê berxwedana YPJ’ê ya di çeperên berxwedana Kobanê de nirxandinên girin kir. Şîlan diyar kir ku dijminê niha YPJ li hember şer dike dijminê hemû jinan e. Şîlan xwest di bin banê YPJ’ê de rihê jinê yê hevpar çêbibe. Şîlan Kobanê anî ziman ku dê ev berxwedan bibe sembola parastina tevahî mirovahiyê û wiha got: “Divê jin goristanekê ji DAIŞ’ê re peyda bike û ev goristan jî Kobanê ye. Dê di Kobanê de biçe cehenemê. Jina kurd ev sekin ji Kobanê heya Kerkukê nîşan daye.”


Yek ji 5 fermandarên ku li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şerek bêhempa bi rê ve dibe Endama Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê Şîlan Kobanê pirsên me bersivand. Şîlan Kobanê diyar kir ku dijminê niha YPJ li hember şer dike dijminê hemû jinan e û xwest di bin banê YPJ’ê de rihê jinê yê hevpar çêbibe. Şîlan Kobanê bi gotina “Qedera mirovahiyê tê diyar kirin” balkişande ser şerê li Kobanê tê meşandin û wiha got: “Tenê ne ya gelê kurd û jina kurd. Hevala Zozan 20 salan li hemû çiyayên Kurdistanê; Bakûr, Başûr û li Rojhilatê Kurdistanê geriya bû. Keçeke ji Kobanê bû. Piştî 20 salan vegeriya Kobanê li vê axê bi berxwedaniyên herî mezin gihîşte şehadetê. Dîsa hevala Jiyan keçeke Rojhilatî bû xwe kir pirek ji Kobanê heya Rojhilatê Kurdistanê. Hevala Destîna jî ji Ronyeya başurê welat bû. Dîsa hevala Gulan ji Bakur bû. Heval Arîn ji Efrînê bû. Di vir de rihê neteweyî ya jina kurd bê çawa hemû parçeyên Kurdistanê tîne cem hev û wê dike volkaneke azadiyê dixwuye. Ev rih dê wê bixe garantiyê. Dîsa di heman demê de dê ev berxwedan bibe sembola parastina tevahiya mirovahiyê.” Şîlan balkişande ser çalekiya Arîn Mîrxan jî û wiha got: “Ew rihê keça kurd, ku ji bo azadiyê guleyên wê biqede jî teslîm nebe ew Bêrîtan e li Xakurkê ye, ew Zîlan e li Dêrsimê ye, ew hezaran keçên kurd e li çiyayê Kurdistanê; yên ku li Dêrsimê li Çiyayê Neh Keçan destên xwe dane hev û xwe ji zinar avêtine ye. Ew Rindîxana ku ji bo nekeve destên dijminê dewleta Tirkiyeyê xwe ji pirê avêtiye ye.”


Hevpeyvîna bi Fermandara YPJ’ê Şîlan Kobanê re wiha ye


Hun beriya vî şerî jî li Rojava bûn. Destpêkê hûn dikarin behsa vî şerî bikin. Wek fermandareke YPJ’ê hûn bersiveke çawa li hemberî vî şerê dijwar didin?


Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê de destpêkiribû. Şoreşa azadiya jinê bû. Ev şoreşa azadiya jinê li ser fikr û felsefeya Rêber Apo dest pê kir. Di hundirê şoreşa Suriyeyê de gelê kurd; ne wek kes tevlî vê şoreşê bû, bi fikr û felsefeyeke nû, civakeke azad dest bi vê şoreşê kir. Gelek hêzên ku xwe bi nav û deng dihesibandin yên wek Artêşa Azad her roj ketîbeyeke xwe îlan dikirin û pesnên xwe bi hêjmarên mezin didan me dîtin. Gelek hizbên kurd jî digotin divê gelê kurd, hêzên kurd jî tevlî vê yekê (Artêşa Azad) bibin. Lewre çavên wan dadigirtin. Pirsgirêk ji aliyên wan ve nedihat tehlîl kirin. Rêber Apo di destpêka şoreşê de got ku divê xeta gelê kurd hebe. Xeta sêyemîn. Ne di xeta nîzamê de israr bike ne jî tenê yên xirabkirinê esas bigire. Ji bo vê yekê Serokatî her dem girîngî da Neteweya Demokratîk. Dema hemû pêkhateyên di Rojhilata Navîn de mirov  tîne ber çavên xwe, ev ji dewlemendiya gelan, olan bigirin heya hemû dewlemendiyên din ji kurahiya dîrokê heya roja me ya îro bi bîr tîne. Tiştekî ku karibe ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibe bersiv Neteweya Demokratîk e...


Lê destpêkê li hemberî vê fikrê gelek nerazîbûn hebûn ez bawerim


Tu caran nedixwestin hêzek serbixwe derkeve û xwe bike alternatîfa pergalê. Ji derveyê ve jî nedixwestin ev bi pêş bikeve. Dixwazim di vir de behsa avabûna DAIŞ’ê bikim. Ger Artêşa Azad bi siyaseta xwe fikreke wê ya nû hebûna, dê gemareke bi destên dewletên navneteweyî li ser vê axê nehatana hazirkirin. Lê bi dirêjkirina demê û bihevketinê, hişt ku ev dem her were dirêj kirin. Ev DAIŞ hem hêzeke derve ya navneteweyî ye. Dîsa bi heman awayî dewletên Rojhilata Navîn ku dixwazin temenê xwe dirêj bikin tiliya wan jî di nav de heye. Ev buye dijminê avakarên xwe jî. Îro şerê DAIŞ’ê şerekî ji bo tevahiya mirovahiyê buye xetereyek. Ev DAIŞ zarokên wan bû; lê îro wê wana tune bike. Weke dayikeke zarokên xwe mezin dike lê ew zarok ji bo berjewendiyên xwe dikare wê dayikê tune bike. Îro DAIŞ bi vî rengî li ser serê mirovahiyê buye xetereyek. Bi şoreşa Rojava re berxwedaniyeke li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hate pêşxistin nîn bû. Ev salek û nîv derbas dibe şerekî pir giran li Kobanê pêk tê. Kobanê di nava 4 aliyên ereban debû. Her dem hişyariyên Serokatî li ser Kobanê hebûn da ku bi miletê cîran re danûsitendinê li ser hinek qanûna bimeşînin. Serokatî ev hişyar dikir. Heya astekê ev pêk hat. Dijminatiyek çênebû. Her çiqas fitne û fesadî hebû jî dijminatiya di nava ereb û kurdan de çênebû. Gundên kurdan û ereban di nav hevdû de bûn. Şerê di nava Artêşa Azad û YPG’ê de derket jî bi leystikên dewletan bû.


Ger em werin ser mijara jinê; di şoreşa ku tê meşandin de û bi taybetî di şerê ku niha li Kobanê tê meşandin de rola jinê çi ye?


Ji destpêka Şoreşê ve em li vî bajarî ne. Ev bajarekî feodal e. Em tev dizanin di civakeke feodal de cihê jinê tune ye. Ev zehmetî bi keçên Kobanê bi xwe re jî hate jiyandin. Dîsa hevalên li vir xebat dimeşandin jî zehmetî dikişandin. Li Cizîr û Efrîn ne wisa bû; lê li Kobanê wisa bû. Belkî di hêla eşîrtî de girtîbûnek hebû; lê cewherekî civaka neolotîk jî hebû. Civakeke bi çand û dîroka xwe ve girêdayî be, di heman demê de dê bi çanda neolotîkê ve jî girêdayî be. Di hêzbûna keçên Kobanê de em vê pir vekirî dibînin. Çend rojan perwerdehiyê dibîne; lê di şer de helwesteke pir mezin nîşan dide. Mesele ne di perwerdehiyê de hin tiştan baş fêr buyine. Tişta girîng hê rihê jinê xilas nebû ye li ser vê axê. Rihê jina berxwedêr ku dikare li hemberî pergalê serê xwe rake tune nebûbû. Di demên destpêkê de jî ev rewş derdiket pêş. Ji milekî ve ji bo ji malê dernekeve tundî hebû û dema qut dibû bi tevahî qut dibû ji malbatê. Tu di nava jinûveavakirinê de yî û di nava jiyaneke nû de yî. Di nava wê jiyana nû de li wê civakê dinihêrî. Destpêkê me digot em pir zehmetî dikişînin; dema bi tevahî qut dibû jî helwesteke pir mezin derdixist pêş. Lewre me di destpêkê de digot ev şoreş Şoreşa Jinê ye. Bi vê şoreşê re tu malbat nikare li pêşiya hêviyên azadiyê bibe asteng. Di vî bajarî de berî vî şerê giran kî bihatana vî bajarî YPJ bidîtana, dê bidîtana hemû keçên Kobanê ne. Rojeke ku keçek bi tevahî tevlî YPJ’ê nebûna tune bû. Her roj heya 6 jin tevlî dibûn. Di wir de mirov daxwaza jinê ya azadiyê dibîne. Di serhildanên kurdan de keçên kurd li ber xwe didan. Dema tu vê perwerde dikî dikare her tiştî bi ser bixe. Ewqas hêzeke veşartî heye. Ev yek bi dijmin re jî tirsek pir mezin çêkir. Mînak dema Burkan El Firat ava bû hêzên di nav de ku berê li hemberî me şer kiribûn jin qebûl nedikirin.


Çima?


Tiştê li gel wan tune ye her dem jê ditirsin. Jin bi du tiştan re şer dike. Yek rastiyeke winda qezenc dike, ya din jî yek tê li ser axa wê wê dagir dike. Dê van tiştan qebûl neke. Ji ber vê yekê jî hêrsa jinê, berxwedana jinê tu carî dê neşibe ya kesekî ji rêzê. Lewre bi du hedefan şer dike. Kîn û hêrsa wê pir zêdetir e.


Hûn li ser rola keçên Kobanê rawestiyan. Piştî seferberiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji parçeyên din yên Kurdistanê jî gelek jin hatin Kobanê. Sedema vê çibû? Tiştên jina kurd dikişîne Kobanê çi ye?


Gelek bajarên pir mezintir ku niha li derdora Kobanê ne, heta hin ji wan bi qenderê 40 deqîqe dûr in; dema ketin destên DAIŞ’ê tenê di nûçeyekê de derbas kirin ku ew bajar ketine destên DAIŞ’ê. Ger Kobanê bibe cihekî berxwedanê, an jî dibe cihekî kilîta çareseriyê; dê ev yek bê jin nebûna. Lewre Kobanê bû navenda kêşandinê ya berxwedanê. Di dîrokê de berxwedana jina kurd ne tenê meseleya Kobanê, Amedê an jî bajarekî din e. Bi banga seferberiya Serokatî ji hemû parçeyên Kurdistanê jin hatin Kobanê. Berxwedaniyên pir mezin hatin pêşxistin. Berxwedana îro tê meşandin ji berxwedana bajarekî derketiye, îro berxwedana tevahiya mirovahiyê li vir heye. Qedera mirovahiyê tê diyar kirin. Tenê ne ya gelê kurd û jina kurd. Êdî taqeta afirînerên DAIŞ’ê jî tune ye ku li hemberî DAIŞ’ê bisekinin. Yên ku dikarin li hemberî van bisekinin kurdê azad e, kurdê Rêber Apo ava kiriye û jinên ku qurtek ji ava azadiyê vexwariye ne. Wekî din tu kes nikare li hemberi vê hovîtiyê bisekine.


Hevala Zozan 20 salan li hemû çiyayên Kurdistanê; Bakûr, Başûr û li Rojhilatê Kurdistanê geriya bû. Keçeke ji Kobanê bû. Piştî 20 salan vegeriya Kobanê li vê axê bi berxwedaniyên herî mezin û mînak gihîşte şehadetê. Dîsa hevala Jiyan keçeke Rojhilatî bû xwe kir pirek ji Kobanê heya Rojhilatê Kurdistanê. Dîsa hevala Gulan ji Bakur bû. Heval Arîn ji Efrînê bû. Di vir de rihê neteweyî ya jina kurd bê çawa hemû parçeyên Kurdistanê tîne cem hev û wê dike volkaneke azadiyê dixwuye.


Çeteyên DAIŞ’ê pir ditirsin bi destên we bên kuştin. Hûn dikarin hinek behsa vê jî bikin?


Ev çete dibêjin “ger em bi destên jinan bên kuştin em ê neçin cenetê.” Xeyala wan a esasî cenet e. Lê di rastiyê de ji ber ku di hişmendiya wan de jin tune ye dibêjin em bi destên jinê bên kuştin naçin cenetê. Lê bila ew zanibin ku bi hezaran çeteyên li Kobanê têne kuştin bi destên jinê tên kuştin û ew diçin cehenemê li gorî baweriya wan. Ew cenet tenê dê ji bo wan bibe xeyal. Ev bi rihê neteweya kurd a di rihê jinê de komî hev kiriye. Hemû parçeyên Kurdistanê kiriye yek, kiriye mistek, kiriye seknek ku ew sekin dê ji hemû jinan re bibe garantiya azadiyê. Ev rih dê wê bixe garantiyê. Dîsa di heman demê de dê ev berxwedan bibe sembola parastina tevahî mirovahiyê. Ger Kobanê jî li ber xwe nedana dê ni nûçeyekêde derbas bibûna dê bihatana gotin “Kobanê ket destên DAIŞ’ê” û hew. Lê tiştekî ku mirov jibîr neke heye. Şerekî bîrdoziye heye. Di vî şerî de kuştina jinê esas e. Temam DAIŞ dijminê mirovahiyê ye, lê bi taybetî jî dijminê jinê ye. Ji bo vê yekê jin çiqas bi vê zanebûnê fêr dibe ewqas rihê berxwedaniyê derdikeve pêş. Çiqas jinên zanist îro xwe rewşenbîr dibînin çiqasî bi vê dihesin, çiqasî vê xeteriyê dibînin nabînin ev jî mijara nîqaşê ye. Lê keça kurd vê yekê baş dizane ku ev dijmin dijminê jinê ye. Divê jin goristanekê ji DAIŞ’ê re peyda bike û ev goristan jî Kobanê ye. Dê di Kobanê de biçe cehenemê. Jina kurd ev sekn ji Kobanê heya Kerkukê nîşan daye.


Di her gotineke we de bê guman Arîn Mîrxan jî heye lê ger xusûsî hûn qala Arîn Mîrxan bikin hunê çi bibêjin?


Rihê heval Arîn bangewaziye ji bo hemû keçên têkoşîna azadiyê didin. Ew hevalcêwiya Heval Zilan e. Ew şopdarê wê bû. Hemû keçên ku îro li Kobanê li ber xwe didin li ser riya wê ya berxwedêr in. Ew rihê keça kurd, ku ji bo azadiyê mermiyê wê biqede jî teslîm nebe ew Bêrîtan e li Xakurkê ye, ew Zîlan e li Dêrsimê ye, ew hezaran keçên kurd e li çiyayê Kurdistanê; yên ku li Dêrsimê li Çiyayê Neh Keçan destê xwe dane hev û xwe ji zinar avêtine ye. Bombeyên wan tunebû ku di nava dijmin de biteqînin. Çekên wan tune bû ku dijmin tune bikin. Tenê dikaribûn xwe tune bikin. Ew Rindîxana ku ji bo nekeve destên dijminê dewleta Tirkiyeyê xwe ji pirê avêtiye bû ye. Ew şopdarê jina berxwedêr ya ku teslîmiyet û îxanetê qebûl nake ye. Ew xeta berxwedaniyê ye. Ew li beramberê kesên îxanet li Kobanê kir e jî. Ew xeta Heval Arîn e. Nasandina wê îfade kirina wê dê kenê wê be, dê girêdan û evîna wê ya azadiyê be. Wê heskirina wê ya Çiyayê Kurdistanê be. Ji ber ku ji warê Hevalê Egîd hatibû. Hê xwêdana wî warî li ser bû. Ji ber vê yekê bi dilgermiyeke mezin nêzî şer dibû. Bi heyecan û coş bû. Kesek pir pêre jiyan bike jî dê van tiştan bibîne, kesekî ku qet ew nasnekiribe jî di wêneyekî wê de dikare pirtûkekê binivîse, li ser rastiya wê û kevneşopiya kurd ya berxwedêr.


Keça kurd di şexsiyeta Gulan, Zozan, Arîn de di vê berxwedana Kobanê de li hemû cîhanê nav da. Hûn bi xwe ger ji şer dema we çêbibe çapemeniyê dişopînin; bê ka YPJ di çapemeniya cîhanê de cihekî çawa girtiye. Çima YPJ ewqas balê dikişîne. Lewre artêşên hin dewletan de jî jin hene. Lê weke YPJ’ê balê nakişînin çima?


Jin di artêşan de cihê xwe girtine lê ne artêş in. Em dibêjin jina kurd têkoşer e berxwedêr e; lê esas bixwe îspatiyeke ku dema Serokatî dibêje mirovahî destpekê li ser van axan çêbû ye û li vir destpê kiriye û belav bû ye; mirov dikare vê di jina vir de bibîne. Yê ku jin aniye vê astê û jin hemû deyndarê wî ne Rêber Apo ye. Ne ku em ji ber jinêh kurd in, naşibin tu kesî. Keda Rêber Apo ku di ber me jinan de daye, ger di ber jinên neteweyeke din de bidana dê hêj xurturbûna jî belkî. Tevahiya fikr û felsefeya Rêber Apo li ser esasê azadiya jinê hatiye honandin. Dema Serokatî digot “berî ax azad bibe divê jin azad bibe” me herkesî digot çawa wê çê bibe. Di dema şoreşa Rojava de me dît pergal hilweşiya tu mekanîzmayên wê tune bûn jî lê dîsa jin di heman pozisyonê de ye. Yanî pergal diguhere her tişt diguhere; lê jiyana jinê ya li ser esasê koletiyê hatiye çêkirin naguhere. Lê Serokatî li benda welatê azad nema ku jinê azad bike. Ji bo jin di rih, dil, fikr û bedena xwe de azad bibe Serokatî li benda welatê azad nema. Ji zarokatiya xwe dest pê kir ji bo jin wek metayekê nebîne. Ji bo jin wek eşyayekî li sûkan neyê firotin Serokatî di zarokatiya xwe de dest pê kir. Ji bo vê Serokatî ji jinê re partî çêkir,  bîrdozî çê kir, anî wê astê ku jin karibe her tiştî bi tena serê xwe bike. Jina ku dikare çiyayekî bi rê ve bibe dikare bajarekî jî bi rê ve bibe. Yanî ev sekn ev berxwedanî bi avakirina keda Rêber Apo ye...


Em vî welatî rizgar bikin jî karê me weke jin xilas nabe


Ji ber vê yekê niha di artêşên dewletên din de fermandarên jinan dîsa mêr in. Yên ku wan diyar dikin zilam in. Pergaleke wan a bi xwe tune ne. Ji ber em artêş in pergaleke me ya xweser heye. Serokatî mekanîzmayeke jina azad çêkiriye ku zilamek bi fikr û aqilê xwe çiqas jî pê bileyize nikare xirab bike. Ji ber ku artêşek e. Lewre jin hedefa wê tenê rizgarkirina welat nîn e. Em vî welatî rizgar bikin jî karê me weke jin xilas nabe. Tenê bi siyasetê bi axiftinê nikare xwe ji van zincîrên 5 hezar salan lê hatiye pêçandin xilas bike. Ji ber ku li gorî aqilê zilam jin bi kêr nayê. Bi artêşbûna jinê yek yek ew zincîr hatine şikênandin. Di destpêkê de jin ji xwe bawer kir ku dikare van qeyd û zincîran biqetîne. Dema jinekê ev rastî dît û ji xwe bawer kir êdî tu pergal û aqilê wê karibe bisekinîne namîne. Tişta Rêber Apo jî kir ev bû. Jin anî wê astê ku xwe nas bike xwe bizanibe, ji xwe bawer bike. Dema jinek ev hemû dît in û fêm kir û rêxistina wê jî li gora wê be; lewre pergala me ji ya hemû alemê cuda tir e, wê demê wê berxwedana me jî neşibe ya tu kesî.


Li ser van gotinên we em dikarin bibêjin niha felsefeya Rêberê Gelê Kurd di şexsiyeta YPJ’ê de di şexsiyeta jinê de di çapemeniya cîhanê de ewqas deng vedide?


Belê. Wê hê jî deng bide. Pir zêde jî hêj nehatiye deng vedan. Lewre berxwedana ku YPJ’ê nîşan da ev 30 sal e keçên kurd li çiyayê Kurdistanê nîşan didin. Bi hezaran destanên ku nehatine nivisandin li çiyayên Kurdistanê hatine jiyîn. Lê YPJ’ê bi tevahî di nava civakê de bû, dinya dikaribû zêdetir wê bişopîne. Dijmin, bi taybetî jî pergala zilam divê zêdetir ji xwe bitirse. Êdî nikare pesin nede behs neke. Lê ji aliyên din ve dizane ku dînamît dikeve bin wî dîwarê bi hezaran salan ava kirine jî. Hildiweşe û dê hilweşe jî. Ji ber ev berxwedan wê bi xwe re têkoşîna azadiya jinên hemû cîhanê bîne. Dê bibe navendeke hemû jinên berxwedêr û azadîxwaz. Îro pesin tê dayin, de sibê hatina cem hev çêbibe. Ev jî ji bo guhertina pergala zilam riyeke herî rast e ku mirov hilbijêre.


Di nava artêşa we de li gelemperiya Rojava tenê keçên kurd hene an?


Li Rojava çi milet dijî jin ji hemû miletan di nava YPJ’ê de cih digirin.


Herî dawî gotineke we bangewaziyeke we hebe em dixwazin wê jî bigirin?


Dinya dê behsa berxwedaniya jinê bike. Lê banga me li hemû jinên ku dibêjin “divê ez ji bo jinê tiştekî bikim” re heye. Banga me ev e: Yên ku herî zêde berxwedana YPJ’ê bi pênûseke herî paqij binivîse, zêdetir bi dinyayê bide nas kirin dê ew bin. Bi rastî jî ger gavek ji bo heq û huqûqa jinê diavêjin dikarin vê bikin. Lewre me berê jî got dijminê ku niha YPJ li hemberî şer dike dijminê hemû jinan e. Ji bo vê di bin banê YPJ’ê de rihê jinê yê hevpar divê çêbibe. Bangewaziya me ya taybet ji bo jinên cîhanê ev e. Ji ber ku îro jina di bin navê YPJ’ê de li ber xwe dide ne tenê ji bo jina kurd e. Ji bo tevahî jinan e. Naxwe ger YPJ ji bo hemû jinan ked bide divê hemû jin jî bibêje ez jî kêliyekî pêre jiyan bikim û kêliyekê wê bidim nasîn. Ji bo jinên kurd jî dixwazim vê bibêjim. Berxwedana ku tê dayin ji bo rihê neteweyî ye. Dibe her jin wek me di çeperên şer yên pêş de cihê xwe nikaribin bigirin. Belkî hesreta wan e vê axê bibînin û ew derfetên wan tune bin; lê bi parvekirina wêneyekî, bi tevlîbûna televizyonekê, di pêşiya serhildanekê de, di nava malbata xwe de, li kolana xwe divê vê berxwedana pîroz bidin belav kirin û ew bi xwe erkeke herî însanî ye û pîroz e. Tenê berxwedan ne gav avêtin e li ser xaka Kobanê. Jiyandina vê berxwedanê jî parçeyeke ji vê berxwedanê ye. Em wan li gel xwe dibînin. Em dizanin ew jî li gel me ne û li gel me jiyan dikin.


(ag-eç/zt)