'Talebên girtiyên di gireva birçîbûnê de talebên hemû gelê kurde'
08:45
Beritan Canozer/JINHA
AMED – Sekreterê Şaxa Diyar TUHAD-DER ya Amedê Fahri Azbay balkişand ser gireva birçîbûnê ya dorveger û bê navber ya girtiya ku bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê hatî despêkirin û got: “Di vê pêvajoyê de çî dikeve ser milê kê dê bîne cîh. Divê ya dikeve ser milê hikumeta AKP’ê jî bîne cîh. Telebên girtiyên destbi gireva birçîbûnê kirine talebên tevayî gelê kurdin.”
Çalakiya gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger 4 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên herêmê û Tirkiyê bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê dane despêkirin berdewam dike. Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan k u di 15’ê cotmehê de despêkiribû di roja 12’an de berdewam dike. Di aliyê çalakiya girtiyan de hikumeta AKP’ê tu gavên erênî ne avêtine. Girtiyên ku dest bi girevê kirine diyar kirin ku heta hikumeta AKP’ê ji bo Kobanê korudorê veneke û talebên wan neyên cîh dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Li gel van taleban jî ev 12 rojin ji hikumeta AKP’ê tu bersivên erênî nehatine. Sekreterê Şaxa Diyar TUHAD-DER ya Amedê Fahri Azbay pêvajoya çareseriyê û gireva birçîbûnê nirxand û wiha got: “Di vê pêvajoyê de çî dikeve ser milê kê dê bîne cîh. Divê ya dikeve ser milê hikumeta AKP’ê jî bîne cîh. Telebên girtiyên destbi gireva birçîbûnê kirine talebên tevayî gelê kurdin.”
‘Tirkiye sînorê xwe girt û çavê xwe ji qirkirina DAIŞ’ê re girt’
Fahrî da zanîn ku ev demdirêje li Rojhilata Navîn şerek qirêj tê meşandin û wiha domand: “Ji bo berjewendiyên xwe ser gelê kurd qirkirinan dikin. Ser Kobanê embargoyek mezin dan meşandin. Cîranê Kobanê Tirkiye sînorê xwe ji Kobanê re girt û çavên xwe li qirkirina kurdan bi destê DAIŞ’ê re jî girt. Welatiyên ku ji bo alîkariya berxwedana Kobanê diçun ser sînor jî rastî mudaxeleya wan dihatin. Hemû cîhanê alîkariya AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê bi çavên xwe dîtin. Girtina sînorê xwe, mudaxelekirina gel, alîkarî nedana Kobanê û çavên xwe ji qirkirinan re girtin îspata vêye. Ji bo protestokirina qirkirina çeteyên DAIŞ’ê û hevkariya Tirkan li gel wan bi hezaran welatî rabûn serhildanê. Girtiyên PKK û PAJK’ê jî li hemberî vê bêdeng neman, hem ji bo vekirina korîdora mirovî û hem jî ji bo bi dawîbûna alîkariya hikumeta AKP’ê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.”
‘Dê tucarî gelê Kobanê dest ji axa xwe neberde’
Fahri anî ziman ku girtiyan li gel pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî dest bi girevê kirine û wiha berdewam kir: “Gelek girtî pirsgirêkên wan yên tenduristiyê hene. Bi giştî di girtîgehê de qasî 506 girtiyên nexweş hene. Ji wan jî rewşa 282 girtiyên nexweş girane. Li gel pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî ji bo rakirina ambargoya ser Kobanê dest bi gireva birçîbûnê kirine. Em bi rêya malbatên diçin hevdîtinê rewşa girtiyan hîn dibin. Tê gotin moralê girtiyên di gireva birçîbûnê denin başe. Em ji dil û can gireva birçîbûnê ya hevalên xwe yên girtî destek dikin. Tenê armancek ya wan heye ew jî rakirina amargoya ser Kobanê û hemû Kurdistanê ye û bi deh hezaran Kurdistaniyên ji warê xwe koç kirine vegerîna wan ya ser warê xwe ye. Dê tucarî gelê Kobanê dest ji axa xwe bernedin û gelê ser sînor jî sînor neberdin. Divê demek ji ya dinê zutir AKP jî dest ji polîtîkaya xwe ya qirêj berde. Dewlet di ferqa hesasyeta welatiyan ya ji bo girtiyên di girtîgehan dene. Divê vê bigire ber çavan û demek ji ya dinê zutir gav bavêje.”
‘Divê ya dikeve ser milê hikumeta AKP’ê bike’
Fahri di derbarê pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin de jî wiha got: “Aktorê sereke yê pêvajoya çareseriyê jî Birêz Abdullah Ocalane. Çî dikeve ser milê wî heya roja îro aniye cîh û bi zêdehî jî dike. Hişmendiya dewleta Tirkiyê nayê guhertin, bi hezaran sale heman polîtîkayê dimeşîne. Êdî gelê kurd bi van polîtîkayan nayên xapandin. Di vê pêvajoyê de yên herî paş dimînin hikumeta AKP’ê ye û yên qeyîb jî bikin bê goman dê ewanabin. Ji dema despêkirina pêvajoyê heya niha hikumeta AKP’ê tu avên erênî ne avêtiye, berevajî ji bo qedandina kurdan biryarên nû derdixe. Dê gireva birçîbûnê ya hevalên me yên girtî berdewam bike. Gomanên me ne ji hevalên me yên girtîgehan û ne jî ji hevalên me yên nava kolanan nîne di aliyê li gorî pêvajoyê meşiyana wan de. Her kes ya dikeve ser milê wan dike. Divê hikumeta AKP’ê ji ya dikeve ser milê wan bîne cîh. Talebên girtiyên ketine gireva birçîbûnê talebên hemû gelê kurde.”
(zt)

