Bi sed lîreyê de destê xwe de dikana nanê sêlê vekir
09:50
Beritan Canozer/JINHA
AMED – Li Farqînê jina tenê esnafiyê dike Songul Yilmaz beriya niha 4 salan bi sed lîreyê di destê xwe de dikana nanê sêlê vekiribû û di jiyana xwe ya kar de gav avêt. Songul bang li hemû jinan kir û got: “Heger ez bi sed lîreyan gihiştim vê serkeftinê ew hîn zêdeti dikarin bigihin serkeftinê. Heger bi rastî bixwazin û bi cesaret nêzî karê xwe bibin. Bi jinan re giyana tekoşînê zêdeye. Divê ji tekoşînê nerevin.”
Hijmara dikanên nanê sêlê yên parçeyek ji ekonomiyê ne her roja diçe zêde dibe. Di demên dawî de jin dikanên biçuk yên nanê sêlê vedikin û dibin hîmê bingehîn yên aboriyê. Songul Yilmaz jî di sala 2010’an de li navçeya Farqînê ya Amedê dest bi jiyana kar kiriye. Bi vekirina dikana nanê sêlê re dest bi jiyana kar kir. Songul jina tenê ya li Farqînê esnafiyê dikiye. Songul ji aliyê esnafên derdorê ve bi keda xwe û helwesta xwe tê heskirin û her kes bi keda wê serbilindin. Songul di derbarê xebata xwe de wiha dibêje: “Heya niha min destê xwe li ber kesê venekiriye. Min hewilda ser lingê xwe bisekinim. Min hemû tuşt girt ber çavan û bi wî awayî dest bi vî karî kir. Ji bom in vekirina dikanê karek serkeftîbû.”
‘Her kes li hemberî min derketin’
Songul ya ku bi sed lîreyê de destê xwe de biryara vekirina dikanê dayî wiha got: “Ez di karê xwe de emîn û bi biriyar bûm. Bavê min jî ne dixwest ez dikanê vekim û li hember vê biriyara min derket. Min jî got ji bo ez bikarim ser lingê xwe bisekinim divê karekê bikim. Ez di nîsana sala 2010’an de ji bo kirê girtina cihê dikan çum hevdîtinê bi xwediyê cih re. Di hevdîtinê de weke ‘Tu nikarê, çî karê te bi vekirina dikanê heye’ l imin nêrî. Bawernedikir ezê bikarim dikanê vekim. Lê ji bo dikanê bi kirê bide min mine w îqna kir.”
‘Ez di binhişiya nebaş ya mirovan de bi serketim’
Songul anî ziman ku wê kêmaniyê dikanê bi xebatên xwe anî cîh û wiha domand: “Ji ber Farqîn cihek muhafezekare vekirina dikanê ji aliyê jinekê ve ecêb dihat dîtin. Paşê min hev binhişiya mirovan şikand û mirov êdî normal nêzbûn. Bi qasî muşetiyên min yên jin yên mêr jî hene. Carnan jî turîst tên û nanê minê sêlê gelek di ecibînin.”
‘Divê jin ji tekoşînê ne revin’
Songul bilêv kir ku jin di jiyana kar de pasîf dimînin û wiha berdewam kir: “Gelek hunerê destan yên jinan hene. Dikarin dikanên tiştên bi singan çêdikin yên weke gore, luf, laçikên serî û mehfuran vekin. Ji jiyana kar ditirsin û xwe paşde didin. Ez bang li hemû jinan dikim; bila netirsin û xwe nedin paş. Tenê bixwazin dikarin bi serbikevin. Bila betal li malê ne runin, bikarin di aliyê aboriyê de xwe li ser lingê xwe bigirin. Heger ez bi sed lîreyan gihiştim vê serkeftinê ew hîn zêdeti dikarin bigihin serkeftinê. Heger bi rastî bixwazin û bi cesaret nêzî karê xwe bibin. Bi jinan re giyana tekoşînê zêdeye. Bila tenê bi cesaretbin û bi rastî jî bi xwazin. Bi jian re giyana tekoşînê zêdeye. Divê ji tekoşînê ne revin. Ez nerevîm û li vêderê tenê karê xwe dikim û ew jî di ferqa vêdenin. Ez weke jinekê hewil didim ku ser lingê xwe bisekinim. Her çendî k udi despêkê de min bertekên nerênî digrit jî lê niha êdî bertekên erênîn digirim.”
(zt)

