‘Heta em axa xwe biterikînin em ê bimirin baştir e’
11:14
JINHA
RIHA –Welatiyên gundê Mehser û Miseynterê yên kul i xeta sînor a Kobanê û Pirsûsê nobeta berxwedanê didome li hemberî hewldana avakirina “herêma ewle” ya hikûmetê ku li gel gotinên siyasetmedarên kurd ên “xeta me ya şikestî ye, xeta me ya sor e” dixwazin ava bikin nerasîbûn nîşan dan. Welatiyan nirxandina “heta em axa xwe biterikînin em ê bimirin baştir e” kirin.
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê di 15’ê Îlonê de dest pê kir, Tirkiye kete nava helwdana avakirina herêma tamponê, lê ji ber ku Neteweyên Yekbûyî û ji qada navneteweyî ev qeydan nehat qebûlkirin vê carê kete nava hewldana di 10 kîlometreyan de “herêma ewle” avakirinê. Heke daxwaza Serfermandariya Giştî ji aliyê Lijneya Wezîran ve bê qebûlkirin xeta sînorê Rojava bi tevahî wekî herêma leşkerî ya qedexekirî bê îlankirin û bêmirovkirin. Di serî de HDP’î û siyasetmedarên kurd li hemberî vê hewldanê nerazîbûnê nîşan dan û wekî “xeta Kobanê û Pirsûsê xeta me ya şikestî ye, xeta me ya sor e” hate pênasekirin.
‘Bila me jihev qût nekin’
Li hemberî vê hewldanê tenê ne siyasetmedarên kurd welatiyên gundên sînor ên ku nobeta berxwedanê tê girtin j îli hemberî vê yekê nerazîbûnê nîşan dan. Di roja 43’yemîn a berxwedana Kobanê de ji gundê Mehserê ya ku nobeta berxwedanê tê girtin welatiyê bi navê Yahya dursun (77) li şuna gundê xwe biterikîne mirinê tercîh dike. Yahya anî ziman ku welatiyên Kobanê di rewşeke diwar de ne û wiha got: “Em dixwazin bi wan re bin. Dixwazin sînorên berfireh bixin nav bera me. Niha ew ji ber xetereya mirinê xwe spartin me. Me ne heyf e. Pêşiya me zivistan e. Xwarin û maleke ku germ a lê bimînni pêwîst e. Li şûna dixwazin me ji hev qût bikin bila hewl bidin ku ew bikaribin vegerin axa xwe.”
‘Bila bukjin baştir e’
Ji gundê Mahserê welatiyê bi navê Beyaz Dursun jî got ew naxwaze ji mala xwe derkeve û wiha berdewam kir: “Em naxwazin welatiyên Kobanê perîşan bibin. Ji ber ku ew xizmên me ne. Em ax û welatê xwe naterikînin. Em dixwazin welatiyên Kobanê jî vegerin axa xwe, di rewşeke wisa de bila li bendê nebin ku em ê li vir vala bikin.”
Ji gundê Mehserê welatiya bi navê Emîne Ozdemîr ê bal kişand li ser welatiyên Kobanê yên mecbûr mane welatê xwe hiştine û hatine ba wan û wiha got: “Her roj mirov tên kuştin. Şehîd tên. Me kurdan çi ji kê kiriye? Her roj me dikujin. Divê hikûmet ji bo me çareseriyê bibîne. Li şuna ku ferz dikin em gundê xwe derkevin bila me bikujin. Ji ber ku em ê gundê xwe vala nekin. Jixwe kurd xizan in, perîşan in. Heke zarokên wan bikeve vê rewşê dê çi bikin?”
‘Me îxanet li tirkan nekir’
Ji gundê Miseynterê welatiyê bi navê Osman Çelîkaslan (69) jî diyar kir ku ew li qiraxa sînor ev nêzî sed sal e di bin rêveberiya awarte de ne. Çelîkaslanê got welatiyên Kobanê xizmên wan in ev tişt anî ziman: “Ew di rewşeke dijwar de ne. DAIŞ hatiye serê wan jê dike, tecawizî jinan dike, keçen wan li sûkan difiroşe. Hatine xwe spartine me. Divê ji bo alîkariya wan hikûmet li cem me be. Li Çanakkaleyê kalê min radizê. Em li wir di heman çeperan de bi tirkan re me bihevre şer kir. Êrîşî cîranê me dikin. Guleyên wan bi malên me dikevin. Dewlet bêden dimîne. Me qet îxanet li wan nekir. Lê dema em çûn cem xizmên xwe, em rastî îxkenceyan hatin. Em gundê xwe naterikînin. Lêh eke destên me girêbidin û bikujin em tiştekî nabêjin.”
(zt)

