Berxwedêra Îtalyan: Gelê Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê şer dike
11:31
JINHA
RIHA – Bi berxwedana Kobanê û Pirsûsê re piştevaniya enternasyonalîstî ya şoreşgerî didome. SilviaTedeschi ya îtalyanî ya tevli berxwedana li sînor bû nirxandina “gelê Kobanê ji bo parastin û azadkirina rûmeta hemû mirovahiyê şer dike” kir.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê berxwedan didome. Di qada navneteweyî de jî ji bo piştgiriya Kobanê şoreşger tên tevli berxwedanê dibin. SilviaTedeschi ya îtalyanî ya tevli nobeta berxwedanê ya sînor a Pirsûsê bû wiha got: “Ez ji bo temsîlkirina welatê xwe Îtalyayê ne li vir im. Ez ji yên welat û dewletan rêve dibin bawer nakim û li hemberî wan im. Ez wan temsîl nakim, ew jî min û nêrînên min temsîl nakin.” Silvia ya diyar kir ji bot evli çalakiya berxwedanê bûye kêfxweş e wiha berdewam kir: “Ez ji bo hemû kesên di nava berxwedana Kobanê de cih digirin spas dikim. Ji ber ku ev berxwedanê ne tenê ji bo axa wan e ji bo hemû cihanî didin. Ji bo parastin û azadiya hemû mirovên cihanê û rûmeta mirovahiyê şer dikin.”
Feraset ali Gazeyê dikuje û ya li Kobanê dikuje heman feraset e
Silvia anî ziman ku ew berê jî bi endamên saziyeke ku ji bo piştevaniya enternasyonalîst hatiye avakirin ve çûye Gazeyê û li wir bûye şahidê gelek pevçûnan, bi Filistiniyan re tevli çalakiyan bûye û piştgirî daye wan. Tedeschi destnîşan kir ku hevaleke wê ya bi hevre derketine rê ji aliyê selefiyan ve hatiye kuştin û heman feraset niha jî ji aliyê DAIŞ’ê ve li Kobanê mirovan dikuje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên li Kobanê gelê kurd dikijin hevalên me jî kuştin. Ji ber vê yekê ez li vir im.”
Çapemenî berxwedanê nedîtî ve tê
Silvia diyar kir ku têkoşîna mirovahiyê ya li Kobanê tê dayîn bûye cihê ku hemû gelên cihanê dibin yek û çapemeniya cihan êli şûna vê berxwedana Kobanê ya mezin “alîkariyên nîn e” derdixin pêş û berxwedana herdualiyan nedîtî ve tê û wiha axivî: “Çapemeniya Îtalyayê di dest pêka êrîşên DAIŞ’ê de Kobanê û berxwedana li vir dide, lê piştî bombebarana hêzên koalîsyonê niha tenê wê didin. ‘Nûçeyên wekî alîkarî diçe, bombebaran dikin’. Lê ez li vir im û heta niha mine w alîkarî nedît. Tenê li hin cihên çapemenî heye çend bombeyan davêjin û diçin. Pevçûnên ku li vir diqewimin bi awayeke rast nayê dayîn. Li vir şereke evqas mezin heye û hê jî didome û li holê tu alîkarî nîn e, ev di çapemeniyê de nayê dayîn. Ji ber ku çapemenî nade jî mirov ji rewşa vir agahdar nîn in. Ez dixwazim mirov li vir bizanibin, berxwedana mirovahiyê ya li vir bibînin û piştgiriyê bidin, hêviya min ev e.”
(zt)

