Ser zimanê wan awaza'Kobanê îro xemgîne' …

11:48

JINHA


RIHA – Ji ber êrîşên hovane yên DAIŞ’ê ser Kobanê bi hezaran welatî neçarman cîh û warê xwe biterikînin û li koçberiyê dişertên zor de bijîn. Weke her şeran cardin mexdurên mezin yên şer jin û zarokin. Di konbajarên li Pirsusê ji aliyê Şaredariya Pirsusê ve ji bo koçberan hatîn avakirin de bi hezaran zarok dixwiyên. Li ser ruyê zarokên mal, gund û bajarê xwe terikandin hatine di konbajar de bi neçarî dijîn xemgîniyek kur dixwiyê. Her çendî ku hatina wan ya cihê bi çand û zimanê wan dijîn ji bo wan keyfxweşiyeke lê li aliyê dinê jî xemgîninya terikandina Kobanê ser ser ruyê wan kêm nabe. Awazên ji nava konan herî bilind dibin yên weke “Kobanê îro xemgîne” ye. Zarokên mexdurên şer yên Kobanî li Pirsusê dijîn di dema lîstokên xwe de jî mîna biyaniyan di sekinin. Dema ku em li nava konbajaran di gerin hema zarokên ser ruyê wan hovitiya şer dixwiyên û alîkariya dayîka xwe dikin derdikeve pêşiya me.


WÊNE: İbrahim ASLAN