Qedexeya hilketina ser girê Medresat berdewame
12:09
Cotmeh
27
/ 2014
JINHA
RIHA – Îro jî destur nehat dayîn rojnameger û gel bikevin girê Medresat yê ji leşkeran hatî valakirin. Wesayîtên zirxî li gir bi cîh kirine û kî diçe wan dide sekinandin.
Girê Medresat yê pêşberî Kobanê cardin li welatiyan hat qedexekirin. Li gorî gir ji leşkeran hatiye valekirin jî lê desturê nadin welatî hilkevin ser gir. Îro jî ji bo derketina rojnameger û welatiyan ya ser gir astengî derxistin. Wesayîtên zirxî ser gir bi cîh kirine û derdora gir jî leşkeran girtiye. Bi hinceta qedexeye nehêlan rojnameger jî dakevin ser gir.
(zt)
