Çeteyên DAIŞ'ê gundê Etmanek gulebaran kirin: 1 birîndar

15:07

JINHA


RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê derbeyên giran dixin êrîşê li welatiyên sivîl dike. Çeteyên DAIŞ'ê gundê Etmanek ê li ser sînor gulebaran kirin û ciwaneke Kobanê yê li nêzî gund birîndar kirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yê li hemberî sivîlan berdewam dikin. Li gorî agahiyan seat di derdora 13.00'an de çeteyên DAIŞ'ê gundê Etmanek ê Pirsûsê yê li hemberî Kobanê gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Ehmed Kalo yê ji Kobanê bi guleya ji stuyê wî girtî birîndar bû. Ehmed bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî mudaxeleya yekemîn Ehmed sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyêm ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê kirin. Hate ragihandin ku guleya li Ehmed ketî li herêma omurîka wî de ye.

Gelek gule avêtin

Xizmê Ehmed Kalo Alî Kaya bûyer wisa vegot: "Em li baxçeyê malê rûdiniştin. Me pevçûn temeşe dikirin. Di vê demê de gelek gule li herêma em lê ketin. Me ji bo parastinê xwe avêt erdê Di wê demê de Ehmed Kalo rabû ser piyan. Çawa rabû gule lê ket. Ji milê xwe birîndar bû. Em di heman demê de bangî ambulansê kir."

Alî, diyar kir ku berê jî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li gund kiribûn.

(zt)