Jinên Suryanî ji bo Kobanê rojî girtin

16:23

JINHA


SERÊKANIYÊ - Jinên Suryanî bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê dua kirin û piştgiriyê didin. Li Serêkaniya girêdayî Kantona Cizîrê 11 jinên Suryanî ji bo piştgiriya şervanên YPJ û YPG’ê 7 rojan rojî girtin û dua kirin.


Piştgiriya bo berxwedana Kobanê her diçe zêde dibe. 11 Jinên Ortodoks 7 rojan rojî girtin û dua kirin. Li ser navê jinên Suryanî Elîze Horz axivî û diyar kir ku 7 rojan li Dêrê rojî girtine, dua kirine û nimêj kirine. Elîze bi lêv kir ku got ew ji bo şervanên Kobanê dua dikin û ji bo hemû şehîdan rehmet û birîndaran re şifa xwest.


(zt)