Ruken Ahmed: Li hemberî şidetê hamleyek despêkiriye
08:40
Zinarîn Aydîn/ JINHA
QAMIŞLO - Li Rojava dibin banê Yekîtiya Star de gelek kar û xebatên sazî û dezgehan hatine avakirin. Ev xebat weke xebatên akademî, meclis, komîn, malên jin û zarokan berdewam dikin. Her wiha di qadên leşkerî, civakî û siyasi de jî jin xwe rêxistin dikin. Girêdayî rêxstinkirina jinan Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Ruken Ahmed di derbarê xebatên xwe de wiha got: “Di van akademiyan de ji bo jin di warê zanista civakî, zayendî û dîrokî de xwe kur bikin perwerde bi mehan hat dayîn.”
Li Rojava dibin pêşengiya jinan de şoreş hat lidarxistin. Bi şoreşê re di her qadên jiyanê de rêxistina Yekîtiya Star ji bo rêxistinkirina kar û xebatên jinan gelek saziyên weke akademî, meclis, komîn, malên jin û zarokan ava kirin. Bi riya xebatên perwerdeya jinan di qadên leşkerî, civakî û siyasî de jî bi awayeke çalak tevlîbûna wan hate çêkirin. Di nava xebatên sê salan yê Yekîtiya Star de di şoreşa rojava de ji hêla jinan gelek gav hatine avêtin. Li ser van xebatên jinan Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Ruken Ahmed ji ajansa me ya JINHA' yê re axivî. Ruken ev xebatana weke hemleyeke li hemberî şideta ser jinê tê maşandin nirxandin kir û got: “Kar û xebatên me li dijî şideta ser civak û jinê tê meşandin berdewam dike.”
‘Şideta ser civak û jinan di aliyê zêhnî de despêkiriye’
Ruken Ahmed destnîşan kir ku rêxistinkirina xebatên Yekîtiya Star bi serê xwe bi ermaca derketina li dij şideta ser jinê ye û wiha domand: “Dema ku şidet tê gotin tenê di warê lêdan yan kuştinê de nîne û em tenê weha nagrin dest. Şideta ser civak û jinan hatiye meşandin di destpêkê de di warê zihnî de hatiye pêşxistin. Dîroka pênc hezar sal ya pergala mêr şideteke pir bi sistematîk pêş xistiye bi tehlîlkirina vê sistemê em sistema jinan ya enternatîf ava dikin. Xebatên Yekîtiya Star ev sê salin di nava şoreşa rojava de bi rewşên şerê tê jiyan kirin re mirov hîn baştir dibîne. Bi hişmendiya mêr ya şer çawa bandoreke xwe ya xirab herî zêde ser civak û di nava civakê de jî herî zêde ser jinan dide çêkirin. Jin di encamê van şeran de bi gelek rewşên weke koçberî, tecawiz, îşkence, birçîbûn û tazîbûnê re rû bi rû tên. Xebatên Yekîtiya Star ji bo ku vana bide rawestandin û di nava jinan de zanebûna tekoşîna li dijî vê rewşê pêş bixe ji bo tekoşîneke civakî xebat tê meşandin û her dem pirojeyên nû tê pêşxistin.”
‘Di Rojava de jinan bi van xebatan xwe çalak kir’
Ruken anî ziman ku di destpêka şoreşê de bernameyek derxistin di wê bernamê de hedefa sereke avakirina akademiyan bû û wiha got: “Me akademî hêdî hêdî di hindirê her bajarekê de ava kir. Di van akademiyan de ji bo ku jin di warê zanista civakî, zayendî û dîrokî de xwe kur bikin perwerde bi mehan hat danîn. Her wiha me malên jinan ava kirin. Ji bo di van malan de jin bên gel hev, pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û bi hevre çareser bikin. Bi kombûyîna jinan ya gel hev di mala jinê de pirojeyên aborî jî pêş ketin. Ev pirojana ji bo ciyên ku jin têde kar bikin û bi serê xwe bi karibe aboriya xwe ava bikin bû. Ev jî weke tedbîrek ji bo jin di rewşên şer û rewşên bi tenê dimînin de bê çare nemînin bû. Ji ber li gelek ciyan em dibînin jin di warê aborî de ji bê çaretiyê serî li gelek riyên şaş didin ji ber ku ji wan re tu rêkên cuda nayê hiştin. Di heman demê de li her bajarekê ji bo ku jin xwe û civakê bi rêve bibin meclisên jinan bi rêka hilbijartinan hat ava kirin. Ev xebatana hişt ku sê parê xebatên şoreşê di rojava de li ser milê jinan bê meşandin. Ji ber ku jin di rojava de bi van xebatan xwe bi çalak kir.”
‘Rêxistibûyîna jina kurd bandora xwe li ser jinên din jî kir’
Ruken diyar kir ku xebatên jinên kurd li ser jinên din yê heremê jî bandora xwe da çêkirin û wiha berdewam kir: “Şerê di Rojava de tê meşandin li ser jinên ji pêkhateyên din jiyan dikin jî bandoreke xwe daye çêkirin. Di heman demê de rêxistibûyîna jina kurd bandora xwe li ser jinên din jî kir. Jinên ereb jî bi koçberiyê re rû bi rû hatin û ew jî bi van xebatan bandor bûn û cihê xwe tê de girtin. Heya gelek jinên ereb jî ji bo ku di akademiyan de perwerde bibînin ser lêdan kirin. Her weha xebatên jinan tenê di warê rêxistinî de nema di heman demê de di warê leşkerî de jî bi hezaran jin ji bo ku bizanibin xwe biparêzin û di rewşên awarte de dema ku mecbûr bimînin şer bikin di perwerdeyên leşkerî de derbasbûn. Li kêleka wê xebatên diblomasî jî bi jinên suryan, ereb û ermenî yên di nava partiyên cuda de cîh digrin re jî têkilî hatin ava kirin. Her weha pirojeyên ji bo zarokan jî hatin pêşxistin. Ji ber ku pêşeroja zarokan jî bi xebatên jinan ve girêdayi ye. Ji bo wê gelek malên zarokan hate ava kirin. Bi taybet zarokên ku bê xwedî mane û malbatên wan tunene di hindirê wan malan de jiyan dikin û li gorî temenê wan perwerde tê danîn.
Ruken destnîşan kir ku weke rêxistina Yekîtiya Star di van sê salan de gelek xebatên giring yê ku pêşî li şidetê bigre hatin kirin û wiha got: “Em dikarin bêjin di Rojava de li hemberî hişmendiya şidetê hamleyeke hate kirin û ev hemle hîn jî berdewam dike. Ji bo sala bê jî emê pîlansaziyên nû diyar bikin. Piştî me diyar kir emê bi pîlansaziyên xwe jî bi her kesekê re par bikin.”
(za/zt)

