Girtiyên jin: Heya bersiv neyê dayîn emê çalakiyên xwe bidomînin
08:48
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Grityên PKK û PAJK'ê yên ku ji bo korîdora mirovî bê vekirin dest bi greva birçîbûnê kirin di roja 13’emîn de berdewam dikin. Girtiyên PAJK’ê yên Girtîgeha Gebzê jî bi nameyekê diyar kirin ku wan daxwazên xwe bi daxwaznameyan ji gelek sazî û kesên peyîwendîdar re şandine. Girtiyan di nameya xwe de wiha gotin: “Me daxwazên xwe bi daxwaznameyan jig elek sazî û kesê peyîwendîdar re şandine. Heta bersivê nedin daxwazên me emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
4 hezar girtiyên PKK û PAJK'ê bi daxwaza korîdora mirovî ji bo Kobanê bê vekirin di 15'ê cotmehê de dest bi greva bireçîbûnê kirin. Di roja 25’ê cotmehê de koma duyemîn nobeta gireva birçîbûnê dewir girtin. Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 13'emîn de didome. Girtiyên PAJK’ê yên Girtîgeha Gebzê jî bi nameyekê diyar kirin ku wan daxwazên xwe bi daxwaznameyan ji gelek sazî û kesên peyîwendîdar re şandine. Girtiyan di nameya xwe de wiha gotiye: “Me daxwazên xwe bi daxwaznameyan ji Serokwezîr, Wezîrê Dadê û gelek saziyên navnetewî re şandin. Lê hîna tu bersiv nedane daxwazên me. Heta bersivê nedin daxwazên me emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
(zt)

