Jinan biryara alîkariya derunî dayîna jinên Şengal û Kobanê dan

09:23

Zehra Dogan-Şerin Hiso/JINHA


AMED -  Lijneya Stargehan ku ji hêla platformên berfireh ê ku gelek jinên li dijî tundiya zilam a nav malbatê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê têdikoşin hat lidarxistin bi dawî bû. Jinan biryara çuyîna Pirsusê û beşdarî xebatan bûnê û ji bo jinên koçber yên ji Kobanê û Şengalê hatine dê xebatan bidin despêkirin.

Tevgera Jinên Kurd û gelek saziyên femînîst û tevgerên jinan ên Tirkiye di 17'emîn Komxebata Navendên Piştevanî/Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan di 25-26 û 27'ê cotmehê de li Salona Sumer Parkê ya Amedê hatin pêk aht bi dawî bû. Lijneya Stargehan ku ji hêla platformên berfireh ê ku gelek jinên li dijî tundiya zilam a nav malbatê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê têdikoşin hat lidarxistin şevêdinê bi dawî bû.Duh êvarî mijarên weke Pêşîgirtina Şidetê û Navenda Çavdêriyan (ŞONÎM) zagona 6284’an, cînayetên jinan, şidet, koç, travmayên jinên ji Kobanê û Şengalê hatine jiyan kirine dê ji bo wan çî bê kirin hatin nîqaşkirin. Encamnameya lijneyê dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan a Navneteweyî û Piştevaniyê bê aşkerakirin.Ji Komeleya Çavdêriya Wekheviyan ya Cînayetan Gulsen Ulker diyar kir ku nîqaş baş derbasbûne û got: “Din ava nîqaşên pir baş derbasbûn de biryarên giring jî hatin girtin. Dê di meha pêşiya me de encamname bê diyar kirin û paşê jî xebatên giring bên rêvebirin.”


‘Nirxandinên bi hêz hatin kirin’


Gulsen diyar kir ku her sal Lijneya Stargehan bi beşdariya gelek jinên ser heman mijaran dixebitin û nîqaşên dewlemend bi dawîdibe û wiha got: “Ev 17 salin em Lijneya Stargehan çêdikin. Her sal xebatên me bi hêz derbaz dibe. Îsal li Amedê derxistina wê gelek ji bom e giringe. Di atolyeyan de gelek nirxandinên bi hêz hatin kirin. Ji bo lidarxistina encamnameyê jinan pêşniyarên giring kirin.”


‘Li hemberî şideta ser jinan xebata gerdunî’


Gulsen balkişand ser qirkirinên jinan û wiha domand: “Bi tayîbetî li herêmê qirkirinên jinan yên cidî hene. Ji ber sedemên şer ev qirkirin zêde dibin. Şideta jinên li Tirkiyê jiyan dikin ji vê ne cudane. Li Tirkiyê tê dîtin mafê jinan ji dest hatine girtin û şidet li wan tên kirin. Ev êrîşên cidîne. Ji ber wê jî pêdivî bi xebatek gerduni ya li dijî şideta ser jinan heye.”


‘Zoriyên şaredariyan yên vekirina Lijneya Stargehan hat nîqaşkirin’


Endama Komeleya Lijneya Stargehan ya Muşê (MUKADER) Elîf Çetînbaş jî anî ziman kul i her deverên Tirkiyê qirkirinên jinan tên dîtin û wiha got: “Li cihek ewqas nêzî şer li Amedê li darxistina Lijneya Stargehan gelek giringe. Her wiha li cihek wiha nêzî şer nirxandina ser pirsgirêkên jinan giringe.Divê Lijneya Stargehan ji aliyê zagona 6284’an ve bê şopandin. Ji aliyê şaredariyê ve jî vekirina Lijneya Stargehan jî hat nîqaşkirin.”


‘Biryara alîkariya derunî dayîna jinên ji Kobanê û Şengalê hatine’


Elîf destnîşan kir ku wê biçin Pirsusê û beşdarî çalakiya nobetê bibin û wiha dom kir: “Din ava me de pêşniyarên ji bo biçin Pirsusê û beşdarî çalakiya nobetê bibin hatin. Dê jin biçin sînor û nobetê bigirin. Li gel vê jî dê jin xebatên xwe yên ji bo jinên koçber yên ji Şengal û Kobanê hatine jî pêşbixin. Me biryara zêdekirina deronasên kurdî dizanin da.”


(zt)