Kulîka pîvokê xemir, zer, spî û binefşiya vekiriye

09:30

Zehra Tunç/JINHA


NAVENDA  NÛÇEYAN – Pîvok kulîlkeke piranî li zozanan, cihên bilind û sar dinava axa berfîn de şîndibe. Kulîlka wê rengarenge, lê piranî xemir, zer, spî û binefşiya vekirî ye. Buharan pelên wê yên rengîn û payîzan jî kokê wê tê bi karanîn. Hem ji bo xweşikbûnê tê bi karanîn û hem jî weke xwerin tê çêkirin û xwarin.


Pîvok kulîlkeke piranî li zozanan, cihên bilind û sar dinava axa berfîn de şîndibe. Pîvok dikeve nava kulîlkên Sosin û berfîleylanokan. Pîvok li gelek deverên Rojhilata Navîn, Kurdistan, Ewrupa û Afrîkayê tê dîtin. Ji ber li gelek cihan rengê wê tê guhertin li gorî lêkolînan bi giştî 89 cureyên wê hene. Li gorî hinek lêkolînan kulîlka pîvokê ji çiyayên Alpan yê swîsreyê belavbûye. Kokên wê bi xavî û pijandî tên xwarin. Ji pîvokê gelek xwarin tên çêkirin. Li hinek deveran kokên wê tînin baş paqij dikin, dişun, ar lê wer dikin, din ava ron de di qelînin û weke xwarinê dixwin. Li gurcîstanê hem weke xwarinek ziwa tê çêkirin û hem jî şorbeya wê tê çêkirin.


Rengê wê xemir, zer, spî û binefşiya vekiriye


Li Kurdistanê bihar û payîzê şîndibe. Kulîlka wê rengarenge, lê piranî xemir, zer, spî û binefşiya vekirî ye. 89 cureyên wê hatine dîtin. Li Kurdistanê hinek cureyên wê yên weke pîvoka cotyaran, pîvoka payîzê, pîvoka zozanan û pîvoka bûharê hene. Zeferan jî cureyek wê ye din ava xwaringehên kurdan de cihê xwe digire. Her wiha li Hindistan, Îran û welatên ereban jî zeferan gelek tê bi karanîn. Li Tirkiyê jî toza zeferanê tê bi karanîn.


Divê mirov jibîr neke, hin riwekên dişibin pîvokê hene ku dikarin ziyanê bidin tenduristiya mirov. Weke mînak pîvoka bejî yan jî bêyom şîndibe, li Kurdistanê gelek caran zarok vê pîvokê dixwin û pê jehrî dibin.


Bi xavî xwarina wê gelek bi tame


Li gelek zozanên Kurdistanê yên weke Herekola Mîra, Besta û Kêla Memê bûharê di nava kulîlkên despêka bûharê dema heliyana berfê de şîn dibe. Ew ji nava belekeyên berfê serê xwe derdixe û bi rengîniya xwe mêrgên zozanan dixemilîne. Di dema derketina zozaniyan ya ser kormilên bilind de zarokên zozaniyan bi pelên wê yên rengîn tacan çêdikin û din ava gelek lîstokên xwe de bi kar tîdinin. Bi germa havînê re pelên wê hişk dibin. Kokên wê di bin axê de dimîne heya payîzê dikesire. Dema vegera zozaniyan ya ji zozanan êdî kokê wê digihije û din ava axê de dikesire. Berî zozanî ji zozanan dakevin vêcarê jî dest bi hilkirina kokê wê dikin. Kokê wê sipî, gilover û tenike. Bi xavî xwarina wê gelek bi tame. Pîvok ne tenê ji bo xwarinê her wiha ji bo xweşikbûnê jî weke kolî tê bi karanîn. Zarok libên wê di neqişînin û di nava koliyan de bi kar tînin.


(zt)