Li Pirsûsê pêwîstî bi dildar û alîkariyan heye

10:18

JINHA


RIHA  – Ji bo welatiyên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne di çarçoveya kampanyayên hatine destpêkirin de nêzî 200 kamyon alîkarî gihîşt Pirsûsê. Weke rojên dest pêkê alîkarî nayên, niha herî zêde pêdivî bi cilên zivistanê, betanî û xwarinê heye. Alîkariyên ku ji aliyê komele û dildaran ve di cih de tên tespîtkirin û ji bo ku ji hev bên cudakirin û paketkirin ji welatiyan bê belavkirin pêwîstî bi dildaran heye. 

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nêzî 200 hezar welatî ji Kobanê koçber bûn û hatin bajarên Tirkiye û Kurdistanê, ji wan 121 hezar welatî hê j îli Riha û navçeyan li kampan û qadên hatine diyarkirin dimînin. Piştî êrîş zêde bûn li herêmê û Tirkiyeyê ji bo piştgiriya welatiyên Kobanê seferberî hate destpêkirin û li bajaran şaredariyên DBP’î, rêxistinên sivîl ên civakî û dildaran alîkarî kom kirin û alîkariyên ku hatin komkirin li Pirsûsê li depoya alîkariyê tên bicihkirin. Roja alîkarî dest pê kir heta niha nêZî 200 kamyon alîkarî hate Pirsûsê, di navar rojê de ev alîkarî ji aliyê dildaran ve digihînin welatiyên Kobanê yên li navçeyan û navenda bajar dimînin. Alîkariyên hatine komkirin bi riya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava ya rojên borî hate avakirin ve digihîje welatiyan.

Alîkariyên hatine komkirin bi keda dildarên ji derve hatine ve digihîje welatiyên Kobanê. Alîkariyên hatine komkirin li depoyan tên cudakirin, paketkirin û digihîjinin welatiyan û ev kar ji aliyê dildaran ve kirin. Alîkariyên tên ji berk u li herêman nayên cudakirin û gelek caran jî tiştên kevn ên tên şandin karê dildaran zehmetir dike. Komîsyonên hatine avakirin li tax û konbajaran pêdiviyên welatiyan tespît dikin, ji depoyan ji hev cuda dikin, tên paketkirin û bi wesayîtan dibin didin welatiyan. Bi xebata dildarên ji xwendekarên zanîngehan heta ciwanan betal pêk tên ve birînên welatiyên Kobanê kêm be jî tê pêçandin. Lêb i hatina zivistanê de niha pêdivî bi malzemeyên zivistanê û dildaran jî heye. 

Alîkarî ewil tên tespîtkirin û piştre tên belavkirin

Welatiyê bi navê Halîl Akbaş ê li Garaja Şaredariyê ya Pirsûsê ku alîkarî tên komkirin peywirdar e diyar kir ku alîkariyên ku hatine hemû bi girtekan gihandine welatiyan. Halîl got ku alîkariyan ji vir digihînin welatiyên Kobanê yên li navçe û navenda bajar dimînin û ji bo alîkariyan bigihînin gel komîsyon hatine avakirin û ew pêdiviyan tespît dikin û bi vî rengî belav dikin.

Pêdiviyên lezgîn

Halîl dest nîşan kir ku malzemeyên pêwist ev in: “Malzemeyên taştê, mamaya zarokan, cilên zivistanê, madeyên paqijiyê, zaxire, betanî, sobeya ceryanê û nivînê bi ceryan.” Halîl ji bo eşyayên kevn ên tên şandin hişyarî kir û diyar kir ku tiştên kevn neyên şandin. 

‘Tu alîkariya dewletê nîn e’


Halîl bilêv kir ku tu alîkariya dewletê nîn e û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku ev alîkariyên tên şandin ji hev bên cudakirin û bigihînin gel pêwîştî bi dildaran jî heye. Ev hejmar zêde be dê pêşiya kêmasiyan jî bê girtin. Li vir em bang li dildaran dikin. Ji bo dermankirina birînên welatiyên Kobanê divê hemû kes tiştên ji destên wan tên bikin.”

Banga bila dildar zêde bin

Ciwanên ku di nava xebatan de cih digirin jî ji bo dildarên dixwazin bên bangawazî kirin. Xwendekarê bi navê Okan Altug ê ji Zanîngeha Mêrsînê hatiye diyar kir ku dema li sînor nobeta berxwedanê digirit bihistiye pêwîstî bu dildaran heye hatiye û niha di depoyê de dixebite. Okan anî ziman ku pêwîstî pir bi dildaran heye û ev tişt anî ziman: “Li Kobanê şerek heye û me dixwest em li wir bin lê em nekarin biçin wê derê jî qet nebe li vir di warê kedê de di nava xebatan de cih bigirin.”

‘Divê domdarî hebe’

Xwendekara Zanîngeha Bogazîçîyê Ceren Gulbudak jî anî ziman ku ew ji bo alîkariya welatiyên Kobanê bikin hatiye. Ceren destnîşan kir ku her hefte ji Zanîngeha Bogazîçiyê komên ji 5-10 kesan pêk tên bi rotasyonê tên û bi awayeke domdar vê karî pêk tînin û xwest bi vî rengî dildar bûn Pirsûsê û wiha got: “Divê hemayên aslî yê vê derê bin. Dema li ser milê komeke bimîne nabe û domdarî pêk nayê. Ji bo hatinê divê qadên cuda bên avakirin.”

Bûna parçeyeke berxwedanê



Ceren bal kişand li ser berxwedana Kobanê jî û wiha got: “bi rastî şer tiştekî xirab e lê li wir berxwedanek heye. Mirov axa xwe diporêzin. Îro Kobanê jiyana ku em li cihanê xeyal dikin û hêvî dikin tê pêşkêşkirin. Heke em nikarin li wir bin li vî aliyê sînor divê em bibin parçeyeke berxwedanê. Mirov li wir şer dikin ji ber vê yekê birincê 5 kîloyî li vê derê pir giran nabe.”

(zt)