Derhêner Dahcîma: Werin em bi hunera xwe alîkariya Kobanê bikin
10:52
JINHA
SILÊMANÎ - Di roja 1’ê Mijdarê de li Silêmaniyê bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê Festîfala Filîman despêdike. Derhinêra Korî Dahcîma jî bi filîmê xwe yê bi navê ‘Sîber’ beşdarî festîfalê dibe. Dahcîma bang li sînemakarên cîhanê kir û got: “Werin em bi hev re bi hûnera xwe piştevaniya gelê Kobanê yên berxwedana dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê didin bikin.”
Li bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê di 1’ê Mijdarê de bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê Festîfala Filîman tê despêkirin. Festîfal bi duruşma “Em bi filîmê xwe piştevaniya Kobanê û Mirovahiyê dikin” li Hola Rewşenbîri ya bajarê Silêmaniyê despêdike. Derhinêra Kori ya bi navê Dahcîma bi filîmê xwe yê bi navê “Sîber” beşdarî festîfalê dibe. Derhêner Dahcîma diyar kir ku ew gelek şanaze bi hunera xwe dikare alîkariya welatiyên Kobanê yên li hemberî çeteyan berxwedanê dikin dike û wiha domand: “Ez gelek kêfxweşim ku dikarim bi rêya sînemayê alîkariya gelê ji bo axa xwe canê xwe feda dikin û li hemberî çeteyan li ber xwe didin bikim.”
‘Werin em bi hunera xwe piştevaniya Kobanê bikin’
Dahcîma bang li hemû sînemakarên cîhanê jî kir û wiha berdewam kir: “Werin em bi hev re bi hûnera xwe piştevaniya gelê Kobanê yên berxwedana dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê didin bikin.” Dahcîma anî ziman ku divê tu kes li hemberî sucê mirovahiyê yê çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê dikin bêdeng nemînin.
(zt)

