'Heta Arîn hebin tu car Kobanê nakeve’
11:32
JINHA
RIHA - Ji fermandarên YPJ’ê Arîn Mîrkan a li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî li dar xist ji aliyê welatiyên Kobanê ve bi navên didin zarokên xwe ve tê jiyandin. Malbata ku li konbajar dimîne navê Arîn Mîrkan li keça xwe ya nû hate dinê kir, diyar kirin heta li Kobanê Arîn hebin Kobanê nakeve.
Ji fermandarên YPJ’ê Arîn Mîrkan a li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî li dar xist bû sembola berxwedana Kobanê û malbatên ku ji ber êrîşên çeteyan hatine Pirsûsê jî navê Arîn Mîrkan li zarokên xwe yên nû tên dinê dikin. Fedakarî û wêrekiya fermandara taximê ya YPJ’ê Arîn Mîrkan a di 5’ê Cotmehê de li girê Miştenurê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xist bû helwesta berxwedanê yê hemû şervanên YPG û YPJ’ê û navê wê jî ji aliyê welatiyên Kobanê ve tê jiyandin. Malbata Mustafa ya ji gundê Hêlîncê ya Kobanê koçber bû li konbajarê ku navê Arîn Mîrkan hatiye dayîn dijîn. Malbat li vir ji dûrî bûyerên li Kobanê diqewimin namîne û çalakiya Arîn Mîrkanê ya ji bo azadiya Kobanê li dar xist jî gelek bandor li ser wan kir. Malbata ku ev qasî 6 salan e zewicîne û zarokên wan çênebûbû beriya 5 rojan keçeke Muhammed Abdulkadîr Mustafa (30) û Fatma Mustafa Îbrahîm (28) hate dinê. Dayik û bavê keça biçûk navê Arîn Mîrkan li keça xwe kirin.
Dê ala berxwedanê Arîn ên biçûk dewr bigirin
Fatma Mustafa Îbrahîm diyar kir ku navê Arîn Mîrkanê ya ji bo azadiya Kobanê canê xwe feda kiriye dana keça xwe ya piştî 6 salan çêbûye ji bo wan rûmet e. Fatma Mustafa Îbrahîm anî ziman ku piştî vegerin li Kobanê Arîna biçûk dê ala berxwedanê hilbigire û piştî êrîş bi dawî bûn dê vegerin Kobanê. Fatma Mustafa Îbrahîm ji bo kesên ku xeyala dê Kobanê bikeve dikin jî bersiva “Heka li Kobanê Arîn hebin Kobanê nakeve” da.
Li benda vegera Kobanê ne
Muhammed Abdulkadîr Mustafa jî diyar kir ku dê li Kobanê Arîn bi ser kevin û dê her tim Arîn Mîrkan hebin û tenê ne li Kobanê li hemû cihên ku li dijî destkeftiyên kurdan êrîş hebin daxwazên êrîşkaran têk biçe. Arîn Mîrkan û malbata wê ya li konbajarê Arîn Mîrkan dijîn li benda vegera Kobanê ne.
(zt)

