Xanîf ê ku her tiştê xwe winda kir jiyana nû ya azad li çiyana digere

11:35

JINHA


RIHA  - Xanîf Dedîlî yê ku du êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de hemû malbata xwe winda kir ji bo jiyana nû ya azad berê xwe zivirandiye çiya. Xanîf berê bi helwest û tevgerên xwe di mirov de hîsa "zarok e" pêk tîna û ji Tirkiyeyê re jî malbatên ji çeteyên DAIŞ'ê xilaskirin ji bo bi gihîne "herêmên ewleh" tê. Xanîf li herêma lê dimîne berpirsiyariya ewlehiyê digire û ji bo demek kin careke din têkoşînê bike berê xwe dide qadên nû.

Welatiyên ji Kobanê hatin li konbajaran jî bi awayeke demokratîk û pêvîstiyên jiyana azad pêk tînin û didin jiyîn. Li konbajaran hemû welatiyên Kobanê ji hîsa muhtaciyê derketine û ji bo hemû hewcehî bên dîtin ji zarok heya kesên pîr seferber bûn e.Welatiyên Kobanê yên bi salan li Rojava di bin pêşengiya meclîsn gel de jiyana xwe ava kirin li konbajaran jî bi heman helwestê tev digerin û konên xwe bi xwe ava dikin û ewlehiya xwe bi xwe pêktînin. Endamê Meclîsa DBP'ê Cîhat Înco yê ku di rêveberiya Konbajarê Arîn Mîrkan de cih digire têkildarî reflekesa Kobaniyan de wiha got: "Roja me dest bi malbat li konbajar bi cih kirin li 21 kolanan Kobaniyan di navbera xwe de pergala xwe ya nobetê pêk anîn û ji her kolanê re şevê nobedareke hatin peywirdarkirin. 

Di qulubeke biçûk de Xanîf û hevalê wî Brûsk

Dema em ji bo nûçeyên çûn konbajar em rastî berpirsiyarê ewlehiya konbajar Xanîf Dedîlî hatin. Me bi Xanîf re di ketina konbajar de di qulubeyê de dest bi axaftinê kir. Hevalê Xanîf ê 13 salî Brûsk gotinên erebî yên Xanîf ji me re tercume dike. Di qulubeyê de em hînî çîroka Xanîf bûn. Mirov fêm dike ku hîsa berxwedêriyê ya Xanîf a li hemberî neheqiyê ji ku tê.

Li hemberî xizaniyê şerê yekemîn

Xanîf di dema rejîma Esed li bajaroka Mîjmar a Helebê bi dayîk, bav, hevser û zarokê xwe re di halê de dijî. Xanîf di dema têkoşîna muxalîf a li hemberî rejîma Esed bilind bû got, "Min ewqas zilim dit ê ji bilî şer tu çareyên din tunene." kî ji bo çi şer dike berê xwe nedayê û tenê rewşa malbata xwe ya xizan weke neheqî dît bi OSO'yê re li hemberî Esed dest bi şer kir. Xanîf piştî demekê di nava OSO de şer kir şahîdîniya OSO zilimê li gelê din dike. Xanîf piştî agahiya wî bi şoreşa bakur çêbû bi malbata xwe re hate Kantona Kobanê dest bi jiyanê kir û di heman demê de di nava refên YPG'ê de cih girt.

Malbata xwe winda kir û malbatek ji destên çeteyan xilas kir

Piştî Xanîf bi malbata xwe re li Kobanê dest jiyanê kir şevêkê çeteyên DAIŞ'ê bi hewanan êrîş li bajaroka lê dijîn kir û hemû malbata xwe winda kir. Xanîf fersenda şîna malbata xwe ya winda kir jî bigire hat Kobanê û tevlî YPG'ê bû. YPG'ê Xanîf li herêma rojhilat di nava asayîşê de cih bigire peywirdar kir. Xanîf di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li rojhilata Kobanê de ber xwe da û di malekê de du jin û du zarok bi tena serê xwe ji çeteyan xilas kirin û 3 çete kuştin û riya wî ket Pirsûsê.

Ez nereviyam!

Xanîf ê ku niha jî berpirsiyarê ewlehiya Konbajarê Kobanê bi heycan dibêje ew ji Kobanê nereviya û wiha dibêje: "Hevalan ji min xwest ku mala min xilas kir bi awayeke ewleh derbasî Tirkiyeyê bikim û li ciheke ewleh bi cih bikim. Ez ji bo vê yekê hatim." Gelê Kobanê gelek hes ji Xanîf kir. Hemû Kobaniyên pirsgirêkên wan heyî cihê herî ewil berê xwe didinê qulubeya Xanîf e û ev yek jî nîşaneya çiqas bawerî, heskirin li hemberî wî heye.

Dema me pêşniyara çîroka Xanîf bikin belefîlîm kir jî red kir. Xanîf ji bo dîmenên jî bên kişandin got, "bifikar e" red kir. Xanîf di qulubeya xwe de bi wêneyê ji çiyayan çêkirî xeyala jiyana nû pêktîne. Xanîf di mêjiyê xwe de çiya afirandine û bi kurdî, erebî got, "destan, rêheval, têkoşîn, akadîm..."

(zt)