Welatiyên Kobanê li xeta sînor di bin pêkûtiya leşkeran de ne!

11:39

JINHA


RIHA – Welatiyên Kobanê yên li xeta sînor in bi pêkûtiya leşkeran re rû bi rû ne. Welatiyê bi navê Xelîl Amar wiha got: “Carna bi çekan me gulebaran dikin. Serê min li wesayîta zirxî xistin. Xizmên me yên li nêzî wesayîtan e ne dikarin biçin aliyê din ne jî dikarin bên vî alî.” Delîl Bakî jî nirxandina “alîkariyên tên digirin û davêjin erdê, heqeret li me dikin, Tirkiye bi awayeke aşkera dide DAIŞ’ê” kir.

Welatiyên ji Kobanê hatine gundê Boydê ya Pirsûsê û wesayîtên wan li qada dewletê bi têlan dorpêç kiriye diyar kirin ku gelek pirsgirêkan dijîn. Welitayan anîn ziman ku piştî bûyerên diziyê qewimin û diçin cem wesayîtên xwe rastî pêkûtiya leşkeran tên. Welatiyê bi navê Xelîl Amar ê wesayîta w îli qada navborî ye diyar kir ku dema diçin ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin der berê tiştên ku dijîn de ev tişt anî ziman: “Em derbkirin, nehîştin em xwarinê bibin ji xizmên me yên li wir re. Carna bi çekan me gulebaran dikin. Derba serê min, wan kir. Serê min li wesayîta zirxî xistin. Duh şevê di nava daran de welatî girtin û li wan xistin. Gule bedrinin mirovan. Li aliyê din jin, zarok, kal û pîr hene. Lê bombeyên gazê davêjin. Nahêlin em xwarinê bibin asteng dikin. Xizmên me yên li cem wesayîtan in ne dikarin bên vîr ne jî dikarin biçin wî alî.”

‘Alîkariyên ku em dibin davêjin erdê’

Welatiyê bi navê Delîl Bakî jî diyar kir ku rewşa welatiyên li cem wesayîtan e cidî ye û ev tişt anî ziman: “Nexweş hene. Heta ber telan tên lê leşker destûrê nadin. Nahêlin em ji vir xwarinê jî bibin.Xwarinên ku em dibin digirin û davêjin erdê. Heqeret l ime dikin. Li vir hemû kes vê dibîne. Bombeyên gazê davêjin, zarokên biçûk bibandor dibin. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gelê me li wir e. Tirkiye bi awayeke aşkera piştgiriyê dide DAIŞ’ê.”

‘Leşker alîkariyê didin DAIŞ’ê’

Welatiyê bi havê Welat Daban ê li heman qadê wesayîta wî heye jî îdiayeke balkêş tîne ziman. Welat diyar kir ku dema DAIŞ êrîş dike leşker ceryanên qût dike û ji bo ew pêşve biçin alîkariyê dide wan lê dema YPG û YPJ’î tevdigerin wê demê ceryane vedixin û û bi vî rengî alîkariyê didin DAIŞ’ê.

(zt)