Berxwedêran li sînorê Kobanê kursiya gel avakirin

11:43

JINHA


RIHA - Li gundê Mîseynterê yê Pirsûsê ku nobeta berxwedanê lê didome li qada vekirî kursiya gel hata avakirin. Her şev li kursiyê kesên di nobata berxwedanê de û welatiyên gud nêrînên xwe tînin ziman. Jina bi navê Zeynep Sîpçîk, diyar kir ku berxwedana şervanên YPJ'ê hişmendiya zilam a desthilatdar xilas kir.

Welatiyên li sînor bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê nobeta berxwedanê digirin tenê bi nobetê bi sînor namînin. Welatiyên li gundê Mîseynterê nobetê digirin seat di 20.00'an de kursiya gel danîn ji berxwedana Kobanê heya geşedanên siyasî yên rojane nêrînên xwe tînin ziman. Şevê din jî li gund welatiyan di kursiya gel de nêrînên xwe anîn ziman. Ewil Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk axivî û diyar kir ku berxwedana Şervanên YPJ'ê ya li Kobanê desthilatdariya zilam xilas kir. Zeynep, anî ziman ku şervanên YPG/YPJ'ê tenê li Kobanê na li Şengalê jî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. zeynep, da zanîn ku gelê kurd Kobanê cuda nabîen û ji ber vê yekê berxwedaneke mezin nîşan dide û wiha got: "Çawa niha li Kobanê ji çar parçeyên Kurdistanê gel şer dike ev yêk jî jiyanek komûnal e."



'Serkeftina gelê kurd nêz e'

Jina bi navê Husnugul Ayaz Kapan jî diyar kir ku gelê kurd di rojên dîrokî re derbas dibe û serkeftina gelê kurd nêz e. Husngul, anî ziman ku gelê kurd şerê hebûn û tunebûnê dide û wiha got: "Divê êdî em bibin yek û nêrînên xwe bi hev re parve bikin. Li Kobanê li hemberî polîtîkayên qirêj gelê me ber xwe dide. Şervanên YPG û YPJ'ê ber xwe didin. Ya wan li ser piyan digire bawerî û nirxên wan e."

'Kobanê tu caran nakeve'

Welatiyê bi navê Ahmet Dagtekîn jî diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê û wiha got: "Îro gelê kurd ji hemû cîhanê re nîşan da ku tu hêz li hemberî yekîtiya wan tu fêde nakirin. Kobanê tu caran nakeve. Sedema vê yekê jî yekîtiya kurdan e. Kobanê tenê nîn e û serkefitin nêz e."

(zt)