Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ anîn Rihayê
12:15
Cotmeh
28
/ 2014
JINHA
RIHA - Cenazeyê 3 şervanên YPG û YPJ’ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabûn anîn Rihayê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Abdulazîz Orselendî (Agir Amed) (25), şervana YPJ’ê Hulya Keser (Nûda Agir) (25) û şervanê YPG’ê Serdar Îpek (Agir Sîpan) (20) ji aliyê Meyaderê ve ji deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate girtin û birin Rihayê.Cenazeyê her sê şervanên YPG-YPJ’ê ji bo kar û barên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştî vê dê cenazeyê Abdulazîz bibin Amedê, yê Hulya bibin Bedlîsê, yê Serdar jî bibin Westan a Wanê ve bên şandin.
(zt)
