Jinên Rojhilata Navîn dest bi nîqaşan kirin
12:36
JINHA
AMED – 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li Amedê bi tevlibûna 250 jinan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji hêl aktivista DOKH’ê Fatma Kaşan ve hat kirin. Kaşan da zanîn ku cihê ku jin ne azad be û wekî mêr tevli her qadê jiyanê nebin, li wir koletî heye û wiha got: “Dê hemû pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn li vir nîqaş bikin û plansaziya pêşerojê derxin.”
Konferasa Jinan a Rojhilata Navîn ku bi tevlibûna 250 delegeyên 26 welatan li Salona Otela Green Parkê ya Amedê dest pê kir. Di konferansê de delegeyên Rojava ku ji 14 jinan pêk tên ji ber rastî astengiya deriyê Sînor ê Sûriyê hatin tev li konferansê nebûn. Konfaransa ku bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hat lidarxistin û diyarî Sakine, Leyla û Fidanê hat kirin. Jin bi cilên xwe yên herêmê tevli konferansê bûn. Konferans dê 3 rojan bidome û jin dê li ser dîroka Rojhilata Navîn, dîroka jinê, tecrûbeyên têkoşîna jinê û dê li ser plansaziya pêşerojê rawestin. Her wiha li salona konferansê wêneyên 3 jinên kurd û wêneyên şoreşgerên jin ên Rojhilata Navîn hatin daliqandin.
‘Jin û Rojhilata Navîn…’
Axaftina vekirina 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ji hêla Endama Komîsyona Amedekar a Konferansê û aktivîsta Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk Fatma Kaşan ve hat kirin. Fatma, di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka Rojhilata Navîn û da zanîn ku li Rojhilata navîn ji aliyê feraseta zilamê serdest ve mafê wê hatiye binpêkirin. Fatma, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên Rojhilata Navîn her tim rastî komkujiyê û tundiyê hatiye. Ji ber şerê li herêmê jin rastî tundî, tecawiz, tacîz û kuştinê tên. Di feraseta netewperest de jin ji mafê xwe bêpar in. Jin divê rê li pêş şoreşê vekin. Kesên şoreşa jinê û Rojhilata navîn naxwazin têkoşîna jinê li hemberî xwe xetere dibînin. Jinên Rojhilata navîn hêza xwe li qada Tahrîrê nîşan da. Niha li Sûriye Tirkiye û Iraqê xetereya li ser jinan berdewam dikin. Îxtîdar naxwaze jin tevli siyasetê bibin û dixwazin wan li malê vegerînin.”
‘Pirsgirêkên xwe tespit bikin’
Fatma, got ku jin dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin û wiha axivî: “Ji bo ku di qada siyasî siyaseta demokratîk pêş nakeve qetlîam pêk tên. Cihê ku jin ne azad be û wekî mêr tevli her qadê jiyanê nebin, li wir koletî heye. Pergal dixwaze dîktaroriya li ser jinê berdewam bike. Kaşan, da zanîn ku ew dê hemû pirsgirêkên jinê yên wekî tacîz, tecawiz, koletî, serdestî, qetilkirinû hemû pirsgirêka jinan li vir niqaş bikin. Heta pirsgirêka jinê neyên çareserkirin, dê pirsgirêka di navera netew, civak, bawerî û nasnameyan ên neteweyan de jî nayên çareserkirin. Hemû pirsgirêkên jinên Rojhilata navîn dijibin hev. Em dixwazin wekî Jinên Rojhilata Navîn hem li ser rewşa jinên Rojhilata navîn niqaş bikin teşhîs bikin."
‘Dê dîrokeke nû binîvsînin’
Fatma di axaftina xwe de bal kişand ser 14 delegeya ku Rojava ku li deriyê Sûriyê hatin astengkirin kir û destnîşan kir ku di nava van jinan de jinên ereb, xirîstiyan, suryanî û kurd jî hene. Fatma, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em bang li hikûmetê û dewletê dikin û dixwazin derî li delegasyona me vekin. Ev pêvajo ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Di vê maseya muzakereyan de têkiliyê Birêz Ocalan bi kesên muxatabî pêvajoyê re zêde ne di têkiliyê de ne. Em dixwazin hemû beşdarên konferansên vê pêvajoyê silav bikin û vê konferans bibe perçeyekî çareseriyê. Em ne ji hev cudabûnê, bi hevre wekhev û azad, jiyanek azad û demokratîk dixwazin. Dê di dîroka Rojhilata Navîn de dîrokek nû û azad bidin destpêkirin.’
Her wiha Fatma, di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa li Stenbolê ya li hemberî çalakvanên ku parka Gezî ya Stenbolê diparêzin û da zanîn ku êrîşên li hemberî xwezaparêzan tê kirin şermezar dikin.
(ekip)
konferans didome…

