Hunermend Reem Kelanî: Gelo NATO û Tirkiye ji bo Kobanê çi dike?
12:48
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN -Hunermenda navdar a Filistînî Reem Kelanî, bi armanca piştevaniya bo Kobanê peyameke bi dîmen weşand. Reem di peyama xwe de wiha gotiye:” Ez ji bo piştgiriya gelê Kobanê li vir im. Ev rewş hemû gelên herêmê Ereban, Kurdan, Çerkezan, Durziyan û hemû gelên herêmê eleqedar dike. Tirkiye ji bo Kobanê çi dike? Tu tiştekî? NATO çi dike? Tu tiştekî. Her kes dizane ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê.
Hunermend Reem Kelanî li ser You Tube peyamek weşand û piştgiriya xwe da gelê Kobanê û bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji piştgiriya DAIŞ’ê berde.
Peyama Reem Kelanî wiha ye:
“Navê min Reem Kelanî ye. Ez muzîkjeneke Filistînî me. Ez ji bo piştgiriya gelê Kobanê li vir im. Dibe ku hûn bipirsin Filistînî ji bo Kobanê çi dikin. Ev rewş hemû gelên herêmê eleqedar dike. Ereban, Kurdan, Çerkezan, Durziyan û hemû gelên herêmê eleqedar dike. Tirkiye ji bo Kobanê çi dike? Tu tiştekî? NATO çi dike? Tu tiştekî. Her kes dizane ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Hemû nexweşxaneyên taybet ên Tirkiyeyê xizmetê didin DAIŞ’ê.
Ez bang li Tirkiyeyê dikim ku dest ji piştgiriya bo DAIŞ’ê berde.
Her wiha ez bang li NY, Ereb û Mislimanan dikim ku piştgiriyê bidin gelê Kobanê. Ger hûn alîkariyê nedin wê sibê bê serê we jî bê. Ez li Nisêbînê tevlî şahiyeke jinên Kurd bûm. Min stran gotin. Tiştên min li wir hîs kir min li Filistînê hîs kiribû."
Hunermenda Filistînî ku li bajarê Manchester a Îngîlîstanê hat dinê, destpêkê di bin bandora muzîka jazz a bavê xwe de ma û di salên 1970’ê de eleqe nîşanî muzîka Filistînê da.
Peyama Kelanî li ser vê navnîşanê tê dîtin:
http://www.youtube.com/watch?v=FqKkRsb2CPY#t=46
(zt)

