Li Miseynterê zîncîra mirovan hat avakirin
13:01
JINHA
RIHA - Çalakiya zîncîra mirovan a ku ji bo silavkirina berxwedana Kobanê li ser sînor tê avakirin îro jî berdewam kir. Di dema çalakiyê de balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî li çeteyan xistin ji hêla welatiyan ve hat dîtin.
Êrîşên dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê didome, welatiyên bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê li ser sÎnor nobetê digirin. Di çarçoveya çalakiyên ser sînor de welatî li ser sînor zîncîra mirovan ava dikin. Ev çalakiya ku li ser sînor bûye wekî kevneşopiyekê, welatiyan di roja 44'an de 12 çalakiya xwe li gundê Miseynterê pêk anî. Welatiyên ku di nava wan de xwişka Mazlum Dogan Serap Mutlu jî hebû, jin ciwan, kal û pîr bi deswtên hev girtin û berê xwe Kobanê. welatiyan bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwadana YPG-YPJ'ê", "Kobanê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Bijî Serok Apo" û "YPG dimeşe erd û ezman diheje" berz kirin. Dİ çalakiyê de welatiyan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hilgirtin.
Welatiyan bi keviran navîsên YPG-J nivîsandin û li ser wan keviran bi destê hev girtin û nivîsa YPG-J'ê ava kirin. Di dema çalakiyê de balafirên koalîsyona hêzên navneteweyî nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bombebaran kirin. Ev bombebaran ji hêla welatiyan ve jî hat şopandin.
Çalakiya ku li gundên Miseynter û Mehserê ku hemwext tên lidarxistin ji niha şûnde li gundê Miseynterê seat di 11.00'an de û li gundê Mehserê jî seat di 14.00'an de pêk were.
(zt)

