Ji bo mîtînga ‘Roja Kobanê’ bangawazî
14:28
JINHA
MÊRDÎN - Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo piştgiriyê bidin mîtînga dê di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de li Qoserê bê lidarxistin bangawazî li hemû Mêrdîniyan kir.
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo mîtînga dê di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de li Qoserê bê lidarxistin li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê civîna çapemeniyê hat li dar xisint. Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîlkaon di civîna çepemeniyê de axivî. HEsîbe diyar kir ku ev 2 meh in li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û yên piştgiriyê didin wan têkoşîneke bêhempa tê dayîn.
‘Serkeftina Kobanê dê bibe serkeftina hemû bindestan’
Hesîbe destnîşan kir ku di vê berxwedanê de her roj bi dehan “şehîd” tê dayîn û wiha berdewam kir: “Li hemberî gelê me ji kû êrîş bê em ê destên êrîşkaran bişikînin. Em ê li hemberî yên dixwazin li Kobanê berxwedanê bişikênin bisekinin û nasnameya xwe biparêzin. Serkeftina Kobanê dê bibe serkeftina hemû bindestan û ya Kurdistanê.”
Hesîbe da zanîn ku ew ji bo ruhê berxwedana Kobanê xurtir bikin dê di 1’ê Mijdarê de li qadan bin û xwest di serî de hemû jin û welatî beşdarî mîtînga li Otogara Qoserê dê saet di 12.00’an de bê lidarxistin bibin.
(zt)

