‘Bila bihar bibe bihara hemû gelan’
13:16
JINHA
AMED – 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn de Aysel Tugluk, got ku dê bi dîroka 5 hezar salan têk bibin. Gulten Kişanak, destnîşan kir ku jin dibêjin heke biharek hebe bila ev bihara bibe bihara hemû gelan. Leyla Xalit, da zanîn ku ger ku îro li vir civiyabûn û pirgsirêkên xwe azad vedibêjin bi xêra şehîdên jin in. Leyla Zana jî diyar kir ku neke 40 milyon mirov li ser erdnegariyek bijî û ne xwediyê tiştekî bibin, ziman li kolanan bê qedexebe çima şoregerên Rojhilata Navîn bêdeng in.
1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li Amedê bi tevlibûna 250 jinan didome. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk, hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, endama Rizgariya Netewaya Demokratîk a Fîlîstinê Leyla Xalit û parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana axivîn.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk, di konferansê de da zanîn ku îro bi heyecan û bi moral in. Aysel, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Civîneke bi vî rengî mirovan dilşad dike. Îro li Rojhilata Navîn, jinên şoreşger û berxwedêr dê bi hevre nîqaşan bikin. Em konferansa xwe îro diyarî 3 hevalên xwe yên pêşeng Sakîne, Fîdan û Leylayê dikin. Em çend bi dilşewat bin jî dîsa jî bi kêyfxweşin. Jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane em van bibirtînin.”
‘Bi têkoşînê em ê dîroka 5 hezar salan têk bibin’
Aysel, diyar kir ku pirsgirêka jinê, têkoşîna jinê, tayinkirina qedera jinê, rêbazên rizgariya jinê dê çawa be dê di konferansê de nîqaş bikin û wiha axivî: “Jin û Rojhilata Navîn bi hevre wateyek pir cudaye. Rojhilata navîn cihê ku jin hatî kolekirinê. 5 hezar sal beriya niha li vir dîrok rêya xwe guhert, bajar û dewlet hatin avakirin, di navbera mirovan de çînbûn çêbû. Civak li vir ji hêla pergalê ve hat esîr girtin. Li vir cinsiyeta civakî hat avakirin. Li vir nasnameya jinê hat binaxkirin. Pergal li hemberî jinê bû çeper. Lê têkoşîna jinê ji hêla pergala serdest a mêr ve nayê qebûlkirin. Em jin têkoşîna jinên Rojhilatî girîng dibinin. Em di nava derguşa pergala serdeste dijîn. Em jinên mezopatamyayê û rojhilata navin têdikoşin. Heke em serkeftî bibin emê dîroka 5 hezar salan têk bibin.’
‘Têkoşîna hevpar hewceye’
Aysel, got ku ji bo rizgariya jinê divê tespîteke baş bê kirin û wiha got: “Li Rojhilata Navîn dîrokek nû heye. Statu diguhere, daxwaza demokratik heye. Pergala siyasî tê guhetin. Pêla şoreşger belavdibe. Lê em dizanin ku di guhertinên mezin de û guhertinên şoreşgeran de an demokrasi an jî antî demokrasî pêş dikeve. Heke serkeftin ji hêla serdestan ve bê destgirtin xetereye. Îro ev tişt li Rojhilata navîn heye. Emê serkeftina jinê îlan bikin û pêşengetiya xwe ya Rojhilata Navîn li pêş bixin. Heke em têkoşîn nedin, em ê dê bin bandora muhafazakiriyê de bîminin. Divê guhertinên radîkal pêk bê û ev tişt jî dê bi destê jinê pêk bê. Têkoşîna ku hevpar pêk bê dê aştî û demokrasiye bîne Rojhilata Navîn. Em jinên Rojhilata Navîn dikarin bibin lokomotîfa têkoşîna jinên cîhanê.”
‘Jin tenê ji bo xwe têkoşîn nadin’
Aysel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevgera Jinên Kurd li cîhanê û li Rojhilata Navîn de rolek mezin dilîze. Bi rêxistinbûna xwe ya xweser, li çiyê gerîla, li zindanan berxwedêr, li bajaran li hemberî pergalê têdikoşin. Berê li ser sifrê cihê jinê nebû lê îro têkoşîna azadiyê didin. Berhemên cinsiyeta civakî teşhir kirin. Ev têkoşîn ne tenê têkoşîna jinê ye, ev ji bo civakeke azad û civakeke demokratik e. Tene bi rizgariya jinê pêk nayê.”
‘Bihara hemû gelan’
Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak di konferansê de kurdî axivî û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Sed sala 21’an dê bibe sedsala jinê. Îro em ê li ser pêşeroja xwe rawestin û gotinên xwe bibêjin. Konferansa me di dîrokeke girîng de pêk tê. Şer, xwîn, rondîk. Hinek dibêjin bihar û hinek dibêjin ziwistan. Em dikarin van nîqaş bikin. Em jin dixwazin tevahiya Rojhilata Navîn bikin bihar. Em pirsa bersivên xwe ne. Em jin dibêjin heke biharek hebe bila bibe bihara hemû gelan. Bila bibe bihara aştî û demokrasiyê. Heke biharek hebe bila bibe bihareke jiyanê. Heke jin hebe herkes heye. Azadiya jinê temînata jiyana demokratik e.
‘Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin’
Endama Rizgariya Netewaya Demokratîk a Fîlîstinê Leyla Xalit jî axivî û li ser rewşa têkoşîna jinê rawestiya. Xalit wiha got: "Ewil şehîdên Fîlîstinê û Sakine, Fidan û Leyla bibîr tînim. Em ji bo hemû gelê me azadiyê dixwazin. Ev jin ji bo hemû gelan jiyana xwe feda kirin. Ger ku em îro li vir civiyabûn û pirgsirêkên xwe azad vedibêjin bi xêra van şehîdan in. Me li girtîgehan gelek îşkence dit. Em niha wekî çalakvanek siyasî têkoşîne didin. Em di nava têkoşîna jinan a Rojihilata Navin de cih digirin. Ev konferans pir watedar e. Li hemberî Fîlîstînê dewleta sîyonîst a Îsraîlê heye. Metînger bi salan e li ser gelê herêmê û Rojhilata navîn feraseta metîngeriyê berdewam dike. Li hemberî vê yekê jibo azadiya gelan têkoşînek heye. Em li vir bi boneya çareseriyê ava bikin kom bûne. Divê em hemû jin bibin yek û yekîtiyekê ava bikin. Divê em hemû jin civakekê û hiqûqekê ava bikin. Li dijî hemû zext û zordariyên li ser jinê û civaka bindest tê meşandin têkoşînek hevpar ava bikin.
‘Tarîbûn ne qedera Rojhilata Navîn e’
Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, destnîşan kir ku bi fikr û ramanên xwe ronî, bi bereketa axa xwe hatin Amedê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka jinên Rojhilata Navîn û pirsgirêkên jinên cihanê wekhevin. Hemû cîhan dema gihiştin astekî şer, pêvçûn, kuştin û jiyana mirovan binpêdikin. Lê cîhana medenî 50 70 sal bere tecrûbeyên girîng bidest xistin. Rojhilata Navîn di dîrokê de çîqas hilberîna olî, hilberîn, hunere de mirovatî ronî kirin. Lê niha di nava tariyê de man û civaka xwe jî di nava tariyê de hiştin. Ev tişt qeder bû gelo. Na. Çawa birçibûn, şer, kuştin ne qeder e tarîbûn jî ne qedera Rojhilahata Navîn e. Dema Rojihilata Navîn yekbûna xwe hevparbûna xwe windakir vê deme têk çû û ber bi tariyê ve çû. Vê deme jin jî mêr jî têk çûn. Jin çîma rewşa wê cûdaye. Ji ber ku hêla xwe ya hevparbûnê winda nekir û îro di konferanseke wisa de hatin cem hev.”
‘Em çima nabin yek’
Leyla, bal kişand ser rewşa dewletan wiha got: “Filistin, Misir dewletin û dewletên qedimin. Tunis û Cezayir azadin. Çima kurd nehatin bira van jinên van welatan. Çima nepirsgin negotin. Zimanê erebî zimanê farîsî, zimanê tirkî û yên neteweyên din, kurdî jî zimanê kurdaye. Heke 40 milyon mirov li ser erdnegariyê bijî û ne xwediyê tiştek bibin. Ziman li kolanan, li malbatê bi dayikê re bê qedexebe û 100 sal wisa derbas bibe û şoregerên Rojhilata Navîn çima nepirsîn. Em çima nabin yek. Ji xwe dibêjin em şoreşgerin, şoreş guhertina zihniyeta mirovan e.”
Konferans didome…
(la)

