'Heger bi qirkirinan re ru bir u bûyîn bibûya dê mirovahiyê jê ders girtibana'
09:59
Handan Tufan / JINHA
İZMİR – Darhinêra filîma ‘Hay Way Zaman’ ya ku qirkirina Dêrsimê kiriye mijar Nezahat Turan Gundogan diyar kir ku hîna gelê kurd bi qirkirinan re ru bi rune û got: “Heger civak bi qirkirinên Dêrsim, Zîlam, Agirî, Ermenî û Ruman re ru bir u bibuna dê ji wan qirkirinana ders girtibana.”
Nezahat Turan Gundogan da zanîn ku piştî belgesela bi navê “Îki tutam saç- Dersim’in kayip kizlari” wê dest bi amadekariyên filma bi navê “Hay Way Zaman” kir. Nezahat anî ziman k udi her du belgeselan de jî mijara sereke jinên Dêrsimêne. Nezahat filîma xwe ya bi navê ‘Hay Way Zaman’ ya ku ji aliyê juriya Festîfala Filîman ya Altin Portakal ya Antalyayê ve layêqê xelata tayîbet hatiye dîtin nirxand.
‘Ez nînî bê hijmar çîrokên zarokên keç û jinan bûm’
Nezahat bilêv kir ku Dêrsimê gelek tuşt hînî wê kiriye û wiha got: “Di lêkolîna keçên wenda yên Dêrsimê de ez bi hezaran çîrokên keçên ciwan û jinan hînbûm. Ya herî ez şaşwaz kirim jî sekna wan jinan û tekoşîna wan ya kesanîbû. Di lêkolîna min ya belgesela ‘Îki tutam saç- Dersim kayip kizlari’ de xaltiya Huriye bi bersivdayîna pirsa min ya ‘We çawan karî li hemberî vaqas êşan xwe bigirin’ ez şaşwaz hêlam û got: ‘Ez axbûm mink arî li ber xwe bidim, heger ber bama ezê qet bibama.’ Ji bo hişmediya deshilatdar xalek giringe. Her yek ji wan weke ku bi rêxistinkirîne, lê bi seknaxwe ya kesanî weke ‘axê’ li ber xwe dane. Her çiqasî bi giştî nekarîna xwe li hemberî talankariya bişaftinê bigirin, di gelek aliyan de hatibin bişaftin jî lê her demê aliyek yê dilê wan ji demboriya wan ya veşarti ya xwe dispêre koka xwe re maye.”
Li gel hemû zilim û travmayan jî …
Nezahat destnîşan kir ku ew bi jinên di temenê cuda re runiştiye li çîrokên wan guhdar kiriye lê hemû girêdana wan ya bi demboriyê re gelek zêdebûye û wiha domand: “Hinek bi rêya zarokên xwe hinek jî bi rêya hevserê xwe berbi demboriyê ve dikevin rê. Ev jî li hemberî hemû cureyê deshilatî, zilmê û tiravmayan çanda berxwedanêye… Mînak di filîmê mên yê ‘Haw Way Zaman’ de xaltiya Emoş ya navê wê yê rastî (Elîf) û 83 salî li gel hemû zoriyên zordaran jî girêdana wê ya bi demboriyê û bi koka wê ve. Di her dema rêwîtiya ber bi demboriyê ve hem di aliyê hestiyarî û hem jî di aliyê fîzîkî de zoriyan dide çêkirin. Piştî vegotina hemû bîranînên demboriyê û rêwîtiya wê ya ber bi kokê ve min ew zêdetir bi hizur dît. Ev jî hizura ji deruniya ‘kêmdîtin’ û ‘sucdariyê’ derketine.”
‘Elewîbûn çiye nizanin’
Nezahat derbirî ku ji derveyî berdewam kirina jiyanê tu rê ji xaltiya Emoş re nehatiye hêlan û wiha berdewam kir: “Qirkirin û tiravmayên wê jiyan kirî ji yên civaka kut ê de dijî ne qetandiye. Hem jî dema ku ev bûyerane jiyan kirî hîna zarokbû. Ango hîna bi çand, jiyan û nasnameya ayîdê malbata xwe re nebûyîbû yek. Elîfa 5-6 salî heta navê wê jî ne dihat bîrê. Her wiha elewîti çiye nedizanî. Ji xwe di wî temenî de hilbijartina zarokên keç ne tesadufekbû. Ji ber zarokek di wî demenî de baştir dikarin bên bişaftin. Ew di mala leşkerek tirk de mezinbû, dema ku ew leşker hêrs dibû jêre gotinên weke ‘kizilbaşa pîs’ jî digot. Ew bi mêrek suniyê tirk re zewicandin. Bi tu awayî tu kesên ji çanda xwe nabîne. Li aliyê dinê kesên ku ew mezin kirî ji wan re digot ‘dayê’ ‘bavo’. Li aliyê dinê jî ew qala çawan dane zewicandin dike. Li aliyê dinê jî bi gotinên weke ‘min hemû tişti ji bîr kiriye’ lê hîna bêhna xwîna xwîna birayê wê ya k udi tevayî jiyana wê de ji ber pozê wê naçe li ber pozê wêye.”
‘Hemû rêwitiyên xaltiya Emoş yên demboriyê veşartîne’
Nezahat anî ziman ku ew weke neslê yekem yê qirkirinê xaltiya Emoş û neslê duyem jî di keça wê Serpîl de dibîne û wiha dom kir: “Di rastiyê de hemû demboriyên xaltiya Emoş veşartîne.”
‘Jinên kurd di navenda mafbûyînê de tekoşînê didin’
Nezahat balişand ser qirkirinên ku DAIŞ dixwaze li Rojava bike û wiha pêde çu: “Di nava van qirkirinan de zêdetir paya jinên êzidî û tirkmen ber zilmê dikevin. Ma gelo di şer û qirkirinan de her dem wiha nebûne? Heger civak bi qirkirinên Dêrsim, Zîlam, Agirî, Ermenî û Ruman re ru bir u bibuna dê ji wan qirkirinana ders girtibana. Ji ber wê jî ya ku duh bi gelan dayîn jiyan kirin îroz zêdetir bi kuranî didin jiyan din. Îro helwesat me ji bo demboriyê çawaye, di hemban demê de îro helwesta meya ji bo dahatoyê jî diyar dibe. Dîrok girêdanek xwe ya demboriyê bi roja me ve û ji roja me ber bi dahatoyê ve heye. Dema ku ev girêdan rast tê têgihiştin wêdemê pêvajo jî baş tê têgihiştin. Jinên kurd di navenda ratiyê de tekoşînê dikin. Her wiha ne bi tenêne bi hevre li ber xwe didin…”
(zt)

