Li eniyên YPG/YPJ'ê stranên moralê bilind dibe
10:53
JINHA
KOBANÊ - Şervanên YPG/YPJ'ê ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'e berxwedana dîrokî dimeşînin,li aliyekî şer dikin û li aliyê din jî bi stranan moralê didin hevalên xwe. Di eniyên şervanan de stranên moralê bilind dibin. Şervana YPJ'ê Serhildan ev tişt anî ziman: "Em şerekî mafdar dimeşînin. Moralê me jî gelekî bilind e"
Êrîşen çeteyên DAIŞ'ê ku li hemberî Kobanê dane destpêkirin û berxwedana dîrokî şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyan dimeşînin bênavber didome. Ji roja ku êrîşên çeteyan dest pê kiriye heta niha şervanên YPG/YPJ'ê di eniyên şer de stranên wan bilin dibin û dibêjin "Heta yek ji me jî bimîne ev berxwedana me dê bidome." Li Kobanêya ku şer bênvaber didome de şervanên YPG/YPJ'ê li aliyekî li hemberî çeteyan berxwedana bêhempa dimeşînin û derbên giran li çeteyan dixin û li aliyê din jî bi amûrên muzîkê ku bi xwe re birine eniye şer stranên azadiyê dibêjin.
'Em ê bi vê moralê bi ser bikevin'
Şervanê YPG'ê Rohat Kobanê diyar kir ku heta seat berê li eniya ku ew têde şerekî dijwar hebû. Rohat Kobanê da zanîn ku ligel ku şer hê jî didome ew bi tembûra moralê dide hevalên xwe. Rohat Kobanê got ku aliyê ku şer dide qezenckirin moral e û wiha axivî: "Li aliyekê şer heye û kş aliyên din jî eb saza xwe ez moralê didim hevalên xwe. Ger ku moral tune be mirov nikare şer jî bike. Şerê ku bi fedaî û berxwedêrî tê meşandin çavkaniya xwe ji moralê digire. Vaye hûn jî dibînin; li pêşiya şer heye lê belê em li vir moralê didin hevalên xwe. Moralê me gelekî bilin de." Rohat Kobanê bilêv kir ku ew ê vî şerî qezenc bikin û wiha pêde çû: "Em hemû şehîd û gelên Kurdistanê silav dikin."
'Ger moralê me ne bilind be em nikarin şer bikin'
Şervana YPJ'ê Serhildan jî anî ziman ku ew şerekî mafdarî bimeşînin û got ku ne tenê wextê stranan dibêjin morlê wan bilind de, wextê ku ew dikevin şerê dijwar jî moralê wan her tim bilind e. Serhildan derbarê moralê xwe de ev tişt anî ziman: "Moralê me gelekî bilind e. Moralê hemû şervanên YPG/YPJ'ê yên li vir şer dikin bilind e. Em şerekî dimeşînin û divê moralê me jî bilind be. Ger ku moralê me ne bilind be em nikarin şer bikin. Em di nava şerê ku em mafdar de ne û ji ber vê yekê moralê me bilind e."
(zt)

