‘Bi navê azadiyê hatin perçiqandin’

14:29

JINHA


AMED – Aktîvîst Shala Ezaz ku ji Îranê tevli konferansê bû,şoreşa îslamî bi bîr xist û anî ziman ku bi vê yekê ve girêdayî qanûna malbatî ji holê rabû û hişmendiya zilam a pir zewac pêş ket. Ji Afganistanê Malala Joya, di axaftina xwe de bal kişand ser dagirkeriya Amerîkayê û wiha got: “Piştî dagirkeriya Amerîkayê jin bi şîdetên dijwar re rû bi rû man. 11 sal in jinên afganî bi navê azadiyê tê perçiqandin.


1'emîn Konferasa Jinan a Rojhilata Navîn bi şiyara ‘Înşaya Zayendiya Civakî û Xwe Dispêre Dîroka Civakî ya Jinê’ rûniştina yekem pêk hat. Jin ji ber hişmendiya zilam ku pirsgirêkên li welatên wan pêk tên û têkoşîna ku didin anîn ziman.


‘Bi hewldana jinê gelek guhertin pêk hat’


Aktîvîst Shala Ezaz ku ji Îranê tevli konferansê bû da zanîn ku di siyaseta Îranê de şoreş pêk hatiye û wiha got: “Divê jin li Îranê ji bo wekheviya civakê têkoşînê bidin. Li îranê jin di bin parastina mêran de ne. Li Îranê vîna jin pir girînge ji ber wê jî divê jinên Îranê vîna xwe nîşan bidin.”


Shala, diyar kir ku di sala 1935’an de ji bo sergirtin bê rakirin têkoşînê dan. Lê ji aliyê olê de çewisandinek pir zêde li ser jinê hat meşandin. Ezaz bal kişand ser Qanîna Parastina Malbatê û wiha berdewam kir: “Jin li hemberî pir hevjinî di aliyê qanînî de serî li saziyan den. Her wiha di sala 1935’an de jin di komên mualîf de jî cih digirtin.” Shala şoreşa îslamî bi bîr xist û anî ziman ku bi vê yekê ve girêdayî qanûna malbatî ji holê rabû û hişmendiya zilam a pir zewac pêş ket û wiha pêda çû: “Li hemberî vê pergalê ji bo fikr û ramanê jinên navser bigihîjin jinên ciwan me pirtûk û makaleyan nivisand. Jinên akademîsyen jî li zanîngehan perwerdehî dan jinên ciwan.” 


Shala,  bi lêv kir ku bi reforman saziyên civakî hatin avakirin û jin jî di van saziyan de bi awayekî aktîf cih girtin. Shala, da zanîn ku ev jî gelek bi watebû ji ber ku bi tevlibûna jinan a li saziyan  gelek tişt hatin guhertin, li hemberî tundî û kevir avêtinê gelek daxwaz hatin kirin.


 ‘Tenê guhertinên kozmetîk hene’


Ji Afganistanê Malala Joya, di axaftina xwe de bal kişand ser dagirkeriya Amerîkayê û wiha got: “Piştî dagirkeriya Amerîkayê jin bi şîdetên dijwar re rû bi rû man. 11 sal in jinên afganî bi navê azadiyê tê perçiqandin. Li Afganîstanê firotina tiryakê û xizanî derketiye asta herî jor. 27 milyon nifûsa Afganistanê heye.  Qedera Afganîstanê ji hêla Amerîka û Natoyê ve tê nivîsandin. Guhertinên kozmetîk hene û ji bilî vî tiştek nîne. Ez parlamentoyê cih digirim lê tehdîtên kuştinê re rû bir û dimînim. Niha 9 tabûrên leşkeri hatin avakirin û ev leşker tecawizê jinên ciwan dikin. Di her 25 deqiyayan zarokek tê qetilkirin. Afganîstan piyonê dewletên mezin in.


‘Têkoşîn dê bidome’


Malala, daxuyand ku heke hêzên dagirker ji Afganistanê derkevin dê gelek pirsgirêk çareser bibe. Malala, di axaftina xwe de bal kişand ser Têkoşîna Jina Kurd û wiha got: “Têkoşîna Jina Kurd ji bo me rûmetek e. Em modela van mînak digirin. Her tişt bi têkoşîna rêxistinkiri pêk tê. Li Lîbyayê, Sûriyê, Iraqê û Afganîstanê azadî bi destê Amerîkayê hat. Lê jin vê azadiyê qebûl nakin. Dê bi vînek xûrt û zanetir têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.


 


(la)