Komek girêday AAS'ê derbasî Kobanê

12:05

JINHA


KOBANÊ- Komek leşkerî ya  girêday Artêşa Azad a Sûrî (AAS) bi 8 waseyîtan di deriya sînor ya Mûrşîtpinarê re derbasî Kobanê bûn. Tê payîn îro pêşmerge jî tevî çekê xwe derbasî Kobanê bibin.  


Li ber deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê  tevger  zêdeye. Komek ya girêday Artêşa Azad a Sûrî ji duh êvarê de li ber deriya sînor ê Mûrşîtpinarê hatibûn rewastandin, îro derbasî Kobanê bûn. Li bendêne ku derbarê derbasbûna  Artêşa Azada Sûrî  de agahî bêdayîn. Ji aliyê din ve 85 pêşmergeyên ku bi rêyên hewayî bi rêketinbûn ew jî li ber deriya sînor yê Mûrşîdpinarê li benda derbasbûna Kobanê ne. 65 pêşmergeyên ku tevî çekên xwe yên giran ji rêyên bejahî bi rêketîne li bendêne ku bigêjin Pîrsûsê. Tê payîn îro pêşmerge jî tevî çekê xwe derbasî Kobanê bibin.  


(rt/zt)