DOKH’ê banga tevlibûna 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê kir

12:27

JINHA


AMED - DOKH’ê ji bo tevlibûna 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê û xwedîlêderketina berxwedana Kobanê bangawazî kir. 

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo piştgiriya hêzêr YPG û YPJ’ê yên li dijî DAIŞ’ê di çarçoveya bangawaziya Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û PEACE CAMPING’ê ve banga “Li dijî DAIŞ’ê ji bo Kobanê û Mirovahiyê Seferberî” de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bol i Rojhilata Navîn demokrasî pêş bikeve bi piştgirîdayîna berxwedana Kobanê ya gelê kurd ve pêkan e û ev tişt hate gotin: “Berxwedana Kobanê nîşan da ku hem pêşeroja gelên Rojhilata Navîn hem jî yên cihanê li dijî çeteyan li berxwedayînê û demokrasiyê derbas dibe, ev yek bi awayeke zelal derketiye holê. Xwedîlêderketina berxwedana Kobanê, xwedîlêderketina mirovahî, demokrasî û rûmeta xwe ye. Di heman demê de berxwedana Kobanê xwedîlêderketina hemû têkoşîna jinan a dîrokê ye. Berxwedana Kobanê bûye sembola hemû jinên Rojhilata Navîn û cihanê.”

Di daxuyaniyê de banga tevlibûna 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê hate kirin û hate xwestin ku berxwedana jinê ya dîrokê bê esasgirtin û xwedî li berxwedana Kobanê bê derketin.

(zt)