Zincîra mirovan ya ser sînor di roja 13’emîn de berdewam dike
13:21
JINHA
RIHA - Welatiyên ku li ser sînor nobetê digigirn berê xwe dan Kobanê û zîncîra mirovan ava kirin. Ev çalakiya ku bûye kevneşopiyek dîsa nivîsa YPG-J'ê nivîsandin.
Nobeta welatiyên li ser sînorê Koban-Pirsûsê dane destpêkirin her roj berê xwe didin Kobanê û zîncîra mirovan ava dikin û çalakî îro ket roja 13'emîn. Welatiyên ku li gundê Miseynterê yê Pirsûsê çalakiya nobetê pêk tînin seat di 11.00'an de bi destên hev girtin û bi xwendina "Çerxa şoreşê", bi vekirina posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Bijî Serok Apo" zîncîra mirovan ava kirin. Girseyê di bedena xwe nivîsa YPG-J'ê nivîsandin. Piştî çalakiyê welatiyan çopên li derdorê kom kirin û dest bi paqijkirinê kirin.
(zt)

