600 zarokan ji bo Mala Lîstokên Zarokan ya Solîn serlêdan kirine

14:02

JINHA


AMED – Ji xizmetên Şaredariya Rezan ji bo zarokan Mala Lîstokên Zarokan ya Solîne. Îsal 600 zarokan serlêdan kiriye.


Ji aliyê Şaredariya Rezan ya Amedê ve berî niha salekê di meha tebaxê de Mala Lîstokên Zarokan ya Solîn li taxa Peyasê ya girêdayî navçeya Rezan hatibû vekirin. Îsal 600 zarokan serlêdan kiriye. Mala Lîstokên Zarokan ya Solîn di nava hefteyê de 5 rojan vekiriye. Ji derveyî lîstokan zarok di mala Solîn de hînî muzîk, wêne, şano, satranç û dansê dibin.


‘Jin û zarok din ava hevdenin’


Pispora Gihandinê ya li Mala Lîstokên Zarokan ya Solînê zarokan digihîne Aynur Ozbay diyar kir ku Mala lîstokên Zarokan ya Solîn girêdayî daxwazên malbatên zarokan hatiye vekirin û wiha got: “Di jiyana zarokan de ya herî giring lîstokin. Zarok û lîstok yekin û din ava hevdenin. Armanca me ewe ku zarokên me bi lîstokan hînî tuştan bibin. Ji bo cihek mezin mîna Rezan ev têrnake ji bo zarokan. Divê ev xebat li hemû taxan bê kirin.”


 (zt)