DOKH’ê banga tevlîbûna ‘Roja Kobanê’ li her kesê kir
14:13
JINHA
STENBOL – Hevparên DOKH’ê yên Stenobolê bang li hemû kesan kir û xwest di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de dakevin qadan.
Hevparên DOKH’ê yên Stenbolê ji bo banfawaziya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê li avahiya DBP’ê ya Stenobolê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê jinan aktîvîsta DOKH’ê Gulîstan Aydin axivî û madeya yekemîn a Peymana Civakî ya Rojava xwend û got ku modela jiyana azad a kul i tu welatên Rojhilata Navîn tuneye li Rojava û Kobanê ji aliyê gelên li ber xwe didin ve hatiye hunandin. Gulîstan bilêv kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê didomin û berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê silav kir. Gulîstan diyar kir ku heta hevkarî AKP û DAIŞ’ê ya li ser Rojava bidome ew ê jî têkoşîna xwe bidomînin.
Banga daketina kolanan
Gulîstan destnîşan kir ku bi çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê re her der bûye qada berxwedanê û bang li hemû kesan kir ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de dakevin kolanan.
Gulîstan greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK’î PAJK’î yên di 15’ê cotmehê de jibo piştgiriya Kobanê dane destpêkirin jî silav kir û bang li jinan kir û xwest di 31’ê Cotmehê de tevli çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Bakorkoyê li dar bixin bibin.
(zt)

