Ji bo bav û birayê wê jiyan bike …
09:15
Tekoşin Tekin/JINHA
ŞIRNEX – Li tevahiya Tirkiyê her dem qezayên madenên komurê di rojevêdenin. Li Gundikê Melê jî her sal bûyerên mayîna dibin madenên komurê de tên jiyan kirin. Guneş Yildiz ya kul i bajarok gavaniyê dike diyar kir ku ji bo bavê wê û birayê wê di madenên komurê de ne xebitin ew her roj serê sibê zu radibe û ajalên xwe dibe çêriwê.
Li Tikiyê yek ji mijarên her dem di rojevê de dimîne nûçeyên girêdayî hezên madenên komurê û dibinde mayîna karkerane. Ev berdewam kirina bûyerên bin hezê de mana karkerên di madenên komurê de dixebitin jiyana gundiyên bi jiyana xwezayî jiyan dikin gelek bandor dikin. Li derdora bajaroka Gundikê Melê jî her sal ev bûyerên mayîna karkeran bin madenên komurê de tên jiyan kirin. Gundiyên li Gundikê Melê û gundên derdorê bi xweşikbûna xwezayê û berhemên ji xwezayê digirin jiyana xwe berdewam dikin. Yek ji jinên ciwan yên din ava vê xwşikbûna xwezayê de li çiyayên derdorê bajarok şivaniyê dike jî Guneş e. Guneş Yildiz a 18 salî din ava bedewiya xwezayê de şivaniyê dike wiha dibêje: “Em her roj bi bûyerek madeyên komurê re şiyar dibin.” Guneş her roj berbanga sibê bi ronîbûna erdê re radibe û ajalên xwe dibe çiyê diçerîne.
‘Çiya cîhana mine’
Guneş bi berbanga sibê derketina rojê ya ku wê jî navê xwe jê girtiye ji nava bêdengiya bajarok derdikeve û bi ajalên xwe re derdikeve lutkeya bilindiya çiyê li wan deveran ajalên xwe diçerîne. Guneş diyara kir ku gelê Botanê girêdanek wan ya bê hempa bi çiyayan re heye û got: “Çiya cîhana mine.” 130 ajalên Guneş hene û ew her roj şivaniya xwe berdewam dike.
‘Min ev jiyan hilbijartiye û ez bi jiyana xwe gelek kêfxweşim’
Guneşa xwediyê 130 ajalane ji jiyana xwe ya gavaniyê raziye û wiha dibêje: “Yên ku b imin ne bawerbûn ezê karibim gavaniyê bikim niha j imin û karê min şaşwaz dimînin. Ez bi tena xwe hemû karî dikim. Ez qet jî zoriyan nakêşim. Dibe ku gelek karê mirov bike heye, lê ez jiyana çiyan û li ajalan nêrînê hildibijêrim, ji ber jê hezdikim. Ji bo mirovan dixwazin çî karî bikin giringe. Niha tenê armanca min li van ajalan baş nêrîn û wan baş çêrandine. Min bi xwe jiyanek wiha hilbijartiye. Ji ber malbata min jî alîkariya min dike ez kêfxweşim.”
‘Ez naxwazim malbata min din ava madenên komurê de bixebitin’
Guneş anî ziman ku ew her dem ji madenên komurê xeberên mirinê dibihîsin ji ber wê jî naxwaze kes ji malbata wê di madenên komurê de bixebitin û wiha domand: “Em her roja diçe nûçeyek ya mirinê ji madenên komurê dibihîsin. Ez êdî naxwazim gotina mirinê bibihîsim. Mamê min jî di madena komurê de jehrî bû û jiyana xwe ji dest da. Erê min mamê xwe wenda kir, lê naxwazim bavê xwe û birayê xwe wenda bikim. Ji ber wê jî min karê debara malê daye ser milê xwe. Karê min pir baş diçe.” Guneş di dawiyê de bilêv kir ku dem hatiye jin ji bin deshilatiya mêran derkevin û bi xwe bikarin xwe birêve bibin.
(zt)

