EPİDEM ji bo jinan avakirina navendek nû armanc dike
09:18
Bêrîtan Elyakut - Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED – EPÎDEM a ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve xebatên xwe bi rêvedibe ji bo baştir bibin bersiva hêviyên jinan armanc kirine navendên jiyana jinan vekin. Koordînatora EPÎDEM’ê Neslîhan Başak diyar kir ku ewê di herêmên jiyanê de zêdetir xwe bigihînin jinan û karibin di aliyê felsefe, huner, derunî û çandî ve bibin bersiva daxwazên wan.
Navenda Şêwirmendiya Derunî û Perwerdê ya Jinan (EPÎDEM) ya ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve xebatên xwe bi rêvedibe ji bo baştir bibin bersiva hêviyên jinan armanc kirine navendên jiyana jinan vekin. Şaredariya Yenîşehîrê jî xebatên nû yên EPÎDEM’ê ya li taxa Şehîdligê tê dîtin girin rojeva xwe. EPÎDEÊ ji bo xebatên xwe yên nû nêrînên saziyên jinan yên Amedê girtin. Koordînatora EPÎDEM’ê Neslîhan Başak da zanîn ku vekirina navendek nû ji bo jinan tê wateya jiyanek nû û azad.
‘Dê pêdiviyên jinan serekî bigirin’
Neslîhan anî ziman ku dê ji bo pêdiviyên jinan yên weke felsefe û çandê xebatên xwe bidin berdewam kirin. Neslîhan destnîşan kir ku dê despêkê pêdiviyên jinên nava taxan bigirin dest.
‘Divê jin di haliyê hunerê de jî bên gihandin’
Neslîhan bilêv kir ku divê jin di aliyê hunerê de jî xwe bigihînin û wiha got: “Dema ku jin ji bo pêdiviya derunî serî l ime didin em wan dişînin saziyên peyîwendîdar, lê divê êdî em li vêderê derfetan avabikin û wan li vêderê bidin sekinandin. Dê di aliyê çandê de xebatên jinan bihêle hem jin hêsantir bên tevlî xebatên li vêderê bibin û hem jî zêdetir vêderê ayîdê xwe bibînin.”
‘Emê zêdetir xwe bigihînin jinan’
Neslîhan destnîşan kir k udi rewşa heyî de derfetên wan kêmin û wiha domand: “Di dema avakirina xebatan de dê jin zêdetir bên vêderê û emê jî zêdetir karibin xwe bigihînin jinan. Ev rewş hem me şanaz dike û hem jî bi kelecan dike. Em çî dikin bila bikin lê ya pêwîst ji bo jinên Amedê û tevayî jinên kurd nakin. Di van mijaran de hêviyên jinan j ime pirin û divê em bibin bersiva hêvî û daxwazên wan.”
(zt)

