Li Lubnanê bazirganiya jinên koçberên Surî tê kirin
11:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lubnanê bazirganiya jinên koçberên Surî tê kirin. Li gelek deverên Lubnanê bi zorê laşfiroşiyê bi jinên ciwan didin kirin.
Ji ber şerê li Surî berdewam dike gelek welatiyên Suriyê ji ser cîh û warên xwe koçberbûn. Din ava koçberan de weke hemû şer û hemû koçberiyan carekedinê para derd û janên mezin ber jinan dikeve. Jinên ku ji ber şerê li Suriyê berdewam dike neçar mane cîh û warên xwe terikandine, li gelek deveran belavbûne. Yek ji cihên herî zêde koçberên Surî lê bi cîh bûne jî Lubnane. Li Lubnanê bazirganiya jinên koçberên Surî tên kirin. Jinan bi zorê dixin nava karên xirab û bazirganiya zayendî.
Di derbarê mijarê de hêzên leşkeriyên Lubnanê dest bi lêkolînan kirine. Hêzên leşkeiya Lubnanê diyar kirin ku heya niha wan diderbarê lêgerîna xwe de jinek ciwan ya 18 salî li gel mêrek Lubnaniyê 50 salî girtine. Hêzên leşkeriyên Lubnanê dan zanîn ku wî mêrê 50 salî li gel jina ciwan ya 18 salî hatî girtin diyar kiriye kul i gundên derdora wan gelek keçên ciwan yên Surî hene bi zorê laşfiroşiyê bi wan didin kirin.
(zt)

