Li çiyayê Şengalê 12 jinên ciwan beşdarî nava refên YBŞ’ê bûn

11:34

JINHA


ŞENGAL - Li çiyayê Şengalê 12 jinên ciwan yên Êzidî piştî perwerda xwe ya leşkerî temam kirin tevlî nava YB Ş’ê bûn. Ji bo beşdarbûna 12 jinên ciwan ya nava refên YBŞ’ê merasîmek hat li darxistin.


Çeteyên DAIŞ di 03’ê Tebaxê de êrîşî gelê Kurd ê Êzidî li Şengalê kirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî dibin komkujiyê re derbaz bûn û hêjî êrîşên çeteyên DAIŞ li ser çiyayê şengal berdewamin.  Li hember van êrîşane li çiyayên Şengal Yekineyên Berxwedana Şengal hatin avakirin û her roja ku diçe tevlîbuna ji bo YBŞ’ê zêde dibe.  Herî dawî 12 jinên ciwan yên Êzidî li Akademiya Şehit Xanê perwerdeya xwe ya leşkerî temam kirin û tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûn. Bi vê armancê merasimek hat li dar xistin. Di merasîmê de tevî jinên ciwan yên perwerda xwe dawî anîn malbat, endama rêveberiya TEVDA Netewî Xemgîn, fermandara YBŞ’ê Hedar Reşît û Gulbihar Maku jî amade bûn. Di destpêkê de li ser giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin pêkhat.


‘Emê tola gelê xwe yê Êzidî hilînin’


Fermandarên YBŞ’ê Hedar Reşît axivî û diyar kir ku niha li çiyayên şengal berxwedanek pir mezin tê li darxistin û wiha dewam kir: “Hevalên li vê derê dawî li perwerdeya xwe anîn wê di xeta Ş. Armanc û Ş. Jiyan de bimeşin. Wê ji bo jinên ciwan yên Êzidi li çiyayên Şengalê perwerde berdewam bibe. Êrîşên li ser Şengal û çiyayê Şengal bi tu awayî nayê pejirandin. Ji bo vê yekê wê heya dawî berxwedana me dewam bike. Emê tola gelê xweyê Êzidi yê dibin qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê re derbasbûyîn hilînin.”


‘Dê lehengên ji nava Êzidiyan derdikevin dîroka wan binivîsînin’


Piştî wê ji rêveberên TEVDA Netewî Xemgin jî axaftinek kir û got ku êdî Şengal gavek dîrokî ya azadiyê avêtiye û wiha axivî: “Tevlîbuna jinên ciwan yên dinava YBŞ’ê de, ne tenê çiyayê Şengal rizgar dike di heman demê de rêya azadiyê ji bo Şengalê jî vedikin. Şer û siyaset ne tenê karê mêrane, di dîrokê de ne tenê mêran nivisandine. Dîroka hatî nivîsandin ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin. Dîroka Kurdan û gelê Êzidî hîna li benda nivîsînê ye. Ji bo wê yê ku vê dîrokê binivîse wê lehengên ku jinava gelê Êzidî derbikevin bin. Wê jinên ciwan ên Êzidî û mêrên êzidi bin. Di vê rê yê de îro gavek dîrokî hat avêtin. Êdî wê gav paş ve neyê avêtin. Êdî kes nikare tişta bixwaze ser Êzidiyan pêkbîne.”

Merasîm bi sondxwarina 12 jinên ciwan dawî bû. Her 12 jinên ciwan ji bo li hember çeteyên DAIŞ şer bikin û gelê Êzidî bi parêzin tevlî nava refên YBŞ’ê bûn.


(zt)