Esîriya 23 rojan a di destê DAIŞ'ê de!
11:47
JINHA
RIHA - Welatiyê Kobanê yê bi navê Mistafa Bozo yê 65 salî û 23 rojan di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl mayî tiştên bi serê wî hatin vegotin. Mistafa, anî ziman ku bi 40 kesan re dîl hate girtin û her tim rastî îşkence û heqaretan hat û wiha got: "Her roj ji ber dê me bikujin xev neket çavên me." Mistafa, anî ziman ku hêviya wî ew e ku di demek nêz de Kobanê ji çeteyan bêpaqijkirin û veger gundê xwe.
Çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên ji bo dagirkirina Kobanê de welatiyên gundê Şeran ê ku li rojhilatê Kobanê mehek berê hemû dîl girtin. Çeteyên DAIŞ'ê 40 kesên di nav de jin û zarok jî hene dîl girtin berê birin GirêSpî (Tilebyad) û pişt re jî birin Eynîsayê. Welatiyên Kobanî 23 rojan di dest ê çeteyên DAIŞ'ê de lî man. Di nav Kobaniyên dil hatin girtin de welatiyê bi navê Mistefa Bozo yê 65 salî jî hebû û tiştên jiyîn ji ajansa me re vegotin.
'Rojên ewil hatin'
Mistafa, anî ziman ku bi destpêka êrîşan çeteyan êrîş li gundê wna jî kirin û roja dîl hatin girtin wisa vegotin: "Roja êrîşên ji bo Kobanê dagir bikin dest pêkirin bi wesayîtên leşker hatîn gundê me. Ez jî ber bi cihê koma çekdar lê ve çûm û min got kesên hatin şervanên YPG'ê ne lê dema ez nêz bûm min dît ku kesên bi ru ne. Di destê min de cigare hebû. Ji min re gotin 'Ya di destê te de çiye?' Min jî got cigareye. Ji min re gotin, 'wê cigareyê bavêje" Pişt re lêgerina min kirin tiştên di berîka min de destser kirin."
Berê gef pişt re îşkence
Mistafa, da zanîn ku li gund di nav de jin û zarok jî heyî 40 kes dîl girtin û ewil birin Girêspî û pişt re ji wir birin Eynîsayê û wiha pê de çû: "Li wir 23 rojan dîl girtin. Kasatura yek bi yek li ser stuyê me re derbas kirin. Ji me re gotin, 'Hûn nemû kafir in' Dema hinek ji me re gotin ew misliman in û şahadet anîn vê carê jî bi seatan îşkence li me kirin. Li ber çavê me îşkence li mirovan dikirin. Ji ber ku mafê me yê axaftinê tunebûn ji ber tirsê me dengê xwe dernedixist. Me berê xwe nedida rûyê wan. Her tim ji me re digotin, 'Serê we bila nizimbe kesê serê xwe bilind bike em dê serê wî jê bikin' Ji ber ku dibe di heman demê de me bikujin em nedirazin."
'Piştî bi rojan em meşiyan em gihiştin Kobanê'
Mistafa, bilêv kir ku piştî çeteyan ew serbest berdan berê wan dan Helebê û ji wan xwestin ku careke din venegerin ser axa Rojava û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Piştî şer dijwar bû gotin, 'Hûn venagerin ser axa xwe' Ji Eynîsayê em beralî herêmên erep lê dijîn kirin. Ji neçariyê em ber bi Helepê ve meşiyan. Piştî bi rojan em meşiyan em gihiştin Kobanê. Lê cihê em lê di hedefa DAIŞ' de bû. Me mirin da ber çavê xwe û em hatin. Me têlên sînor rakirin em hatin Pirsûsê."
'Piştî DAIŞ'ê paqij kirin em dê vegerin'
Mistafa, anî ziman ku piştî 23 rojan dîl ma û 10 rojan jî meşiya hate Pirsusê û li vir hînbû ku zarok û hevsera wî di konbajar de dimîne. Bozo, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê jiyana hemû kesî xirab kirin û hêviya wî ew e ku piştî çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin paqijkirin veger gundê xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî şervanên YPG û YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin em dê vegerin gundê xwe."
(zt)

