Li Îlamê jinek ducanî xwe ji ban avêt û jiyana xwe ji dest da

12:26

JINHA


ÎLAM - Hat zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê jinek ducani ya binavê M. X xwe ji banê xaniyê têde dixebitî avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.


Bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan bajarane ku rêjeya xwekuştinê tê de zêdeye. Li gor hijmarên ne fermî rêjeya xwe kuştinê herî kêm  %30 li gor salên din zêde bûye. Li gorî agahiyên  hatine girtin jinek Kurd ya binavê M. X li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê xwe ji avahiyekî 15 m avêtiye û jiyana xwe ji dest daye. Jina Kurd ya binavê M. X û ducan  xwe ji avahiya ku kar tê de dikir avêtiye û dawî li jiyana xwe aniye. Heya niha sedemê xwe kuştina jina dûcanî M. X nayê zanîn.


 


Cenazeyê M. X hêjî di Morga Nexweşxaneya Îlamê de tê ragirtin.


(zt)