Li İraqê 6 zarok ji têhna jiyana xwe ji destdan

14:43

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber pevçûnên di navbera çeteyên DAIŞ û artêşa İraqê gelek malbat neçar neçar man warê xwe berdin û bi çolê bikevin, lê li çolê jî asê mane.  6 zarokên wan malbatan ji têhna jiyana xwe ji destdan.


Qaymaqamê Bajarê Hadîse yê girêday eyeleta Anber a İraqê Abdulhekîm Cugevfî derbarê mijarê de  daxûyanîk da. Abvdulhekim diyar kir ku li herêma Azviyye a girêday navçeya Hît'yê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hezar û 500 malbat neçar man ji warê xwe koç bin û niha li çolan asê mane. Abdulhekîm di berdewamiya gotinê xwede got:"6 zarokên girêday van malbatan ji têhnan jiyana xwe ji dest dane." DAIŞ li herêmê Hîtê hezar û 500 malbat dorpêç kir û li taxa El Bekîr 46 kesan qetil kir. Li başûr,bakûr û rojavayê  bajarê Ramadê jî car car pefçûn di navbera artêşa İraqê û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime. Alîkariyên tendûristî û mirovî yên tên şandina  heremê ji aliyê dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê ve tê asteng kirin.


(rt/zt)