TUHAD-FED tevlî nobeta berxwedanê bû
14:49
JINHA
RIHA - Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 46'emîn de berdewam dike û piştgiriya ji bo Kobanê jî her diçe mezin dibe. TUHAD-FED'ê tevlî nobet berxwedanê ya li gundê Mehserê bû û ji bo çalakiya girava birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î daxuyanî da çepemeniyê.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ya ji bo korîdora alîkariyê ji Kobanê re bê vekirin û hikûmeta AKP'ê alîkariya dide çeteyên DAIŞ'ê qut bike di roja 14'emîn de berdewam dike. TUHAD-FED û komeleyên girêdayî wê tevlî berxwedana li sînor bûn û hem ji bo dengê girtiyan bidin bihîstin û hem jî piştgiriyê bidin berxwedanê daxuyanî da çapemeniyê. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker daxuyanî xwend û diyar kir ku heke hikûmet bersiva daxwazên girtiyan nede dê çalakiyên hêj dijwartir li dar bixin. Di daxuyaniyê de pankartên, "Em bi rihê Sarayan Kemalan li girtîgehan berxwedana Kobanê ya bi rihê Berîtanan û Arînan pêk tê slav dikin" û "Girtiyên PKK û PAJK'î berxwedana Kobanê silav dikin" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Girtiyên PKK'î rûmeta me ne", "Bijî berxwedana YPG", "Kobanê dê ji DAIŞ'ê re bibe gor" û "Qatîl DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin.
Zubeyde balkişand ser daxuyaniya Serfermandiyê ya piştî DÎHA'yê dîmenên têkiliya çeteyan û leşkerên tirk weşandî dayî û wiha got: "Di vê mijarê de TSK'ê daxuyaniyek da û em vê daxuyaniyê cidî nagirin. Em helwesta TSK'ê ya li hemberî têkoşîna azadiya kurd baş dizanin. Pêvajoya serokê me daye destpêkirin ji bo me gelek girîng û watedar e. Lê hikûmeta AKP'ê û TSK'ê di nava hewildanên bêwate bikin de ye. Di vê çarçoveyê de hişyariya girtîgehan gelek watedar û girîng e."
Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayan jî diyar kir ku şervanên YPG û YPJ'ê li Kobanê berxwedaneke dîrokî û bêhempa li dar dixin.
Piştî daxuyaniyê Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Parlementera Wanê Aysel Tugluk, rêveberên DBP'ê yên Rihayê tevlî berxwedana li gundê Mehserê bûn. Rêveberên TUHAD-FED'ê dê 3 rojan li sînor nobetê bigirin.
(zt)

