‘Hêza jinê heye ku cîhanê biguherîne’

17:22

JINHA


AMED – Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bi nîqaşan didome. Seroka Komeleya LGBT’ê Oyku Sezer, bal kişand ser girîngiya konferansê û da zanîn ku ev konferans dê têkoşîna jinên Rojhilata Navîn bike yek.


1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn didome. Konferansa ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk tê jinan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di guhertinan Rojhilata Navîn de jin dê rolek mezin bilîze.


‘Têkoşîna jinên Rojhilata Navîn dê bibin yek’


Seroka Komeleya LGBT’ê Oyku Sezer, daxuyand ku konferanseke derengmayî ye û wiha nêrînên xwe parvekir: “Bi vê konferansê jinên Rojhilata Navîn pirsgirêkên xwe û têkoşîna xwe tînin ziman û tecrûbeyên xwe parvedikin. Ev konferans bi vî rengî girîng e. Li darxistina konferansê li Amedê bi serê xwe girîng e. Di pêvajoya aştiyê de jin li Amedê kom bûn. Ev konferans dê têkoşîna jinên Rojhilata Navîn bike yek.”


‘Em ê her tim daxwaza aştiyê bînin ziman’


Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Şefîka Kandar ji Rihayê tevli Konferansê bû. Şefîka, der barê konferansê de wiha got: “Îro hevdîtina jinên têkoşer e. Jin daxwazên xwe ya aştiyê tînin ziman. Ez silavên xwe ji Îmraliyê dişînim. Ji ber ku rêya azadiya jinê vekir. Berê dema dayik lacikên xwe yên spî davetin erde şer radiwestiya. Em wekî dayik bang li cîhanê dikin, dikarin xwîna ku diherike rawestine. Bila girtin, tacîz û tecawiz raweste.”


‘Hêza jinê heye ku cîhanê biguherîne’


Aktîvista Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk Sakine Kayran, da zanîn ku konferans bi heyecaneke mezin didome û wiha axivî: “Em wateyeke girîng didin vê konferansê. 40 sal in Tevgera Jinên Azad bedel û kedeke mezin da. Hêza jinê heye ku cîhanê biguherîne. Em xwediyê xwezayê ne û em dikarin xwezayê bêtir xweşîk bikin. Dê di vê konferansê de biryarên girîng derkeve holê û jin dê xwedî biryarên xwe derkeve.”


 


(la)