3 cangoriyên YPG’yî bi girseyî hat oxirkirin

17:24

JINHA


RIHA – Di şer û pevçûnên Kobanê de 3 YPG’yî yên ku jiyana xwe ji dest dan li Pîrsûsê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin. Hevseroka Kantona Kobanê ya Meclîsa Gêl Ayşe Efendî di merasîma cenaze de axivî û got: “Êdî sebra kurda nemaye û hişyarî da hezên ku alikariyê didin çeteyên DAIŞ’ê.”


Di şerê ku li Kantona Konanê ya Rojava ev 46 rojin bê navber didome de 3 şervanên YPG’yî yên ku di êrîşên çeteyên DAİŞ’ê yên li dijî mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dane li navçeya Pîrsûsa Rihayê bi tevlebûna hezaran hatin definkirin. Welatiyan cinazeyên YPG’yî yan li morga Nexwaşxaneya Dewletê ya Pîrsûsê girtin û heya goristana navçeyê birin. Girsê cinazeyên YPG’yî yên bi navê Ehmed Hesen, Samî Êlî (S. Dilovan) û Mehmed Bozan tabutê wan bi alên PKK, KCK û YPG xemilandin û dirûşmên “Şehîd naimirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê”, “Bê Serok jiyan nabe” û “YPG’e tolhildan” hilgrtin ser milan û heya goristanê meşiyan. Her wiha di merasîmê de posterên Rêbere PKK Abdullah Ocalan alên PKK,  KCK, YDG-H û YPG vekirin.  Di peşiya girse de zarokên YPG’yî yê bi nave Ehmed Hesen ê 4 salî û 6 salî jî bi dirûşmên “Şehîd namirin” berz kirin û bavê xwe oxir kirin bal kişand. Parlementerên HDP Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Bînîcî, Îbrahîm Ayhan û Parlementera Wanê a serbuxê Aysel Tugluk û Hevseroka Kantona Kobanê ya Meclîsa Gêl Ayşe Efendî jî tevlî merasîma cinazeyan bûn. Ji bo cinazeyan di serî de nimej hat kirin û piştî nimejê yek bi yek cenaze spartin axê.


Piştî cinaze spartin axê kuran hat xwendin û piştî wê jî ji bo cangoriyên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rezgirtinê ser nave MEYA-DER’ê Medenî Aktar axifî û diyarkir ku heke ligel wan cangoriyên ku disipartin axê kesên wîcdanên wan henê bil li ber wan êrîşên çeteyan bedeng nemina û piştgiriya xwe nişan bide.


‘Em ne 3 salin bi sedsalanê di nav berxwedanê de ne’


Hevseroka Kantona Kobanê ya Meclîsa Gêl Ayşe Efendî jî di merasîme de axifî û got ku çavên dijmin li ser kurdana û çavêm cîhanê jî li ser berxwedana Kobanê ye. Ayşe silavên xwe ji cangoriyên k udi tekoşîna rizgarkirina Kobanê de dan ê şand û got ku de xwîna wan de li êrde nemîne. Ayşe da zanîn ku tenê ew ne 3 salin ku kurd di nav şer dane û li berxwe didin û wiha got, “Em bi sedsalane ji bo azadî û mafên xwe din av tekoşîneka behampê dene. Ew her sê şehîdên me jî di nav vê tekoşînê de bi rumetî jiyana xwe ji dest dan. Dibejin ‘Çima Kobanê nakevê?’ Ji ber ku her hevalekî meyî şehît dikeve şûna wî wala namînê. Bav, ap, xwûşk, pisman, xal û diya wî çeka wî digre û li êrde ber nade.”


‘Êdî sebra kurda nema’


Ayşe qala felsefe û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî kir û got ku gelên ku bi felsefe û ramanên Abdullah Ocalan dijîn tu car serê xwe li ber êrîş û zordoriyan nehezkirina li ber xwe danine. Ayşe bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî kir û wiha bertek nişan da: “Êdî sebra kurda nemaye û xêlas bû. Îro bi deste tê bi sedan top û gule li Kobanê dikevine. Kobanê ji rûye tê û kesên wek tê yÊn ku alîkariye didin çeteyên DAIŞ’ê bi wan êrîşan re rû bi rû dimîniye. Em dibejin bi lêz û bêz wan hevkariyên xwe yên qirej dêv jê berdin. Ew alîkariyên ku hûn didin yê rojêk werê wê jî bibîne û ew top û gulêyan de di mala vê de jî biteqin.”


Piştî axaftina merasîm bi dawîbû.


(ekip/zt)