Jinan gotin divê em li hemberî sêdaran bibin yek

08:49

Beritan Elyakut/JINHA


AMED – Reyhaneh Jabbarî ya ku tecawizciyê xwe qetilkir li gel hemû bertekên jinan û raya giştî jî ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Jinên ku bertek nîşanî bûyerê dan diyar kirin kul i Îran û hemû deverên cîhanê bûyerên wiha dixwazin jinan weke tune bihesibînin û gotin: “Derdê DAIŞ’ê yê cewherê jinan bi qirkirina zayenditiyê berdewam dike. Rejîma Îranê jî jina ji bo ewlehiya xwe tecawizciyê xwe kuştiye darve dike. Bi van helwestan dixwazin jinan tune bihesibînin.”


Reyhaneh Jabbarî ya ku ji aliyê îstixbaratciyê berê Murtaza Abdulali ve rastî êrîşa tecawîzê hatî û tecawizciyê xwe kuştî ji aliyê rejîma Îranê ve hat darve kirin. Li gel bertekên rayagiştî jî Reyhaneh di 25’ê cotmehê de hat darvekirin. Li Tikiyê jî jinan bertek nîşanî darvekirina Reyhaneh dan. Endama Hewla Jinan ya Ji bo Aştiyê (BÎKG) ê Ayşe Toksoz diyar kir ku ew na fikire Tirkiye ji Îranê cudaye û wiha got: “Li vêderê jî t ecawîzci qasî maf dike ceza nagire. Di dadgehan de nêzîkatiyên ji xwe meyîla jinan jî di wî aliyî de hebû nêz dibin û tecawizciyan berdidin. Bi armanca şikandina vîna cewhari ya jinan van kiryaran dikin.”


‘Em berdewama qirkirinên jinan yên li Tirkiyê li Îranê dibînin’


Ayşe bilêv kir ku divê êdî jin li hemberî qirkirinan hêza xwe bikin yek û wiha domand: “Dibe ku Îran welatek vê vekirî dike. Ya herî balkêş jî gelek caran tecawîzci peyîwirdarek yê dewletêye. Ev jî pir baş radixe berçavan ku dewlet şideta xwe ya ser bedena jinan bi destê mêran dide kirin. Ji bo jin reng û helwesta xwe danin holê pêdivî bi hevgirtinê heye.”


‘Ji bo Îranek dinê neyê jiyîn divê em bibin yek’


Ayşe anî ziman kul i tevahiya cîhanê hikumetek ya demokratîk tuneye û wiha berdewam kir: “Yek ji cihên herî zêde qirkirinên jinan têde derdikevin jî Emerîkaye. Ji ber wê jî tevgerek mezin heye. Lê hîna berdewam tê kirin. Li vêderê darvekirin weke madeyek polîtîk derdikeve pêşberî me. Di axaftinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan de ya derdikeve me dibînin. Ji ber wê jî dê sibê ji bo jinan kîjan biryar derkevin nabe. Divê em jin li peyî van gotinan rawestin û ji bo Îranek dinê neyê jiyîn em bibin yek.”


‘Dê jin li hemberî qirkirinan bêdeng nemînin’


Aktîvîsta Komeleya Jinan Gokuşagi Deniz Gksel bibîrxist ku heya niha li Îranê 250 jin hatine dardekirin û wiha axivî: “Reyhaneh bi hinceta tecawizciyê xwe qetilkiriye hat dardekirin. Li tevahiya cîhanê hemû parêzvanên mafê mirovan ji sala 2007’an heya niha ji bo Reyhaneh çalakî kirin lê Îran ji helwesta xwe nehat xwar û Reyhaneh darvekir. Îran hem gelê xwe û hem jî jinan bi benê sêdarê tune di hesibînin. Lê dê jin li hemberî van qirkirinan bêdeng nemînin.”


‘Divê hemû jinên cîhanê dengê xwe bilind bikin’


Deniz bilêv kir ku helwesta DAIŞ’ê û Îranê tune hesibandina jinane û wiha berdewam kir: “Derdê DAIŞ’ê yê cewherê jinan bi qirkirina zayenditiyê berdewam dike. Rejîma Îranê jî jina ji bo ewlehiya xwe tecawizciyê xwe kuştiye darve dike. Bi van helwestan dixwazin jinan tune bihesibînin. Divê ji ber van sedeman hemû jinên cîhanê rabin ser piyan û ji bo Îran dest ji van polîtîkayên xwe berdin jin biqêrin. Divê ev qêrîna jinan bi qasî ji holê rakirina polîtîkaya sêdarê bilnind û bi bandorbe.”


(zt)