Jinên Rojhilata Navîn bi zimanê dayikê stranên xwe vegot
01:23
JINHA
AMED – Di çarçoveya 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn de ji bo delegasyonê şevek hat organîzekirin. Jinên Rojhilata Navîn di şeva ku hatî organîzekirin de stranên xwe vegot û govend gerandin.
1’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn dê 3 rojan bidome. Di dawiya roja yekem de jin li Qesra Erdebîlê civiyan. Jinên sînor nenas bi zimanê zikmakî stranên xwe vegot û rengeke cuda dan şevê. Hunermenda Navenda Çandê a Mezopotamyayê Rojda stranên gelerî, dengbejî û govendê vegot. Jinên fîlîstînî bi zimanê zikmakî stranên xwe vegot. Li hemberî çiyayê Kirklarê û li ber çemê Dîclê jinên Rojhilata Navîn stranên xwe yên azadiyê qîriyan.
Delegasyona ku li Rojavayê tevli bibin rastî astengiya sînor û burokrasiya dewletan hat, ligel astengiyan jinên rojavayî tevli şevê bûn. Jinên Rojavayê bi çepik û tîlîliyan hat pêşwazîkirin. Jinan destnîşan kir ku tu carî sînoran nasnakin.
Jinên ku tevli şevê bûn kêyfxweşiya xwe anîn ziman. Jinan heta dirêngê şevê stran vegot û govend gerandin.
(la)

