Jiyaneke bi çand û wekheviya jinê: Gundê Vakifli
15:32
Nuran AKTAŞ / Zehra DOGAN
ANTAKYA - Li ber Çiyayê Musa, tekane gundê ermenî yê li Tirkiyê heye, navê vî gundî jî Vakifli ye. Li vî gundî, ji kooperatîfvaniya bi çandiniya organîk, hunera bi koroya şaristaniyan, turîzma bi pansiyonvaniyê, ji aliyê Baskên Jinan ê ku jinan saz kirine, tê pêkanîn. Jiyana ekolojîk, li ser esasa çanda jinê bipêş dikeve. Zilamên gund jî, li hemberî vê rewşê bi hurmet in.
Gundê Vakifli ku di nav salên navîn ên sedsala 19'an de hatiye avakirin, bi navçeya Samandag a Antakyayê ve ye û gundê ermeniyan e. Li ber Çiyayê Musa hatiye avakirin û berê wê li Behraspî ye. Li gund 39 mal hene. Di navbera salên 1918-1939'an de, ji aliyê fransizan ve hatiye birêvebirin. Tekane gundê ermeniyan ê li Tirkiyê ye. Piştî çûyîna fransizan, koçberiya ji vî gundî jî destpê kiriye. Lê şêniyên Vakifliyê ji bo pêşî li koçberî û zehmetiyên aborî bigirin, bi pêngaveke civakî û aborî, dest bi karê çandiniya organîk kirin. Şêniyên gundê Vakifliyê, bi tevahî bi çandiniya organîk re mijûl dibin. Xelata Faîr Play a Civakî û Sportîf ku ji aliyê Komîteya Olîmpiyata Netewî ya Tirkiyê ve tê dayîn, di sala 2004'an de bûye para gundê Vakifliya ku bi rêya çandiniya organîk hilberînên narincê daye derve û milyonek euro pere bi Tirkiyê daye karkirin.Turîzma gund jî, heta tu bêjî bipêş ketiye. Li Stenbolê û Avrûpayê nêzî 2 hezar kesên ku ji Vakifliyê ne, havînê ji bo bêhnvedanê tên gundê xwe. Ev jî, ji bo karkirina pansiyonên li gund û dahata aborî ya bi rêya turîzma navxweyî, gelek girîng e. Em çûn serdana Gundê Vakifli ku Baskên Jinan lê hatiye avakirin û di hemû qadên jiyanê de xwe berdewamî dike. Şêniyên gund, ji cihê jinê yê di çanda ermenî de bigre, heta tevkariya jinê ya li aboriya gund, pîvanên jiyaneke îdeal, bi me re parve kirin.
Em ji aliyê yek ji jinên herî extiyar ên Gundê Vakifliyê ve hatin pêşwazîkirin. Araksî Sîdarli (80) ye navê wê. Ji me re wiha got: “Dema ku bûk dianîn gundê me, straneke me ya ku me digot hebû. Bi zimanê ermenkî bû. Me strana ‘Hala hala nînno..’ digot. Dixwazim niha ji we re wê stranê bêjim.” Piştre ji me re stranê got. Serdana me ya li ser çand û gundên ermeniyan, bi vê strana xweş destpê kir.
'Jin her dem xurt û hilberîner in'
Endama Baskên Jinan û Kooperatîfa Çandiniyê, her wiha erkdara Surp Asdvadzazînê (Dêra Dayîka Meryem) Elena Çapar (33), anî ziman ku li Gundê Vakifliyê girîngiyeke mezin didin birêxistinbûna jinan. Elena (33), da zanîn ku gavê yekem ê birêxistinbûna jinê, bi vekirina kermesê avêtine. Elena, anî ziman ku di dawiya kermesê de rastî eleqeyeke mezin hatine û di aliyê madî de baş bûye. Elena, wiha got: "Pereyekî baş ket destê me. Me jî got em vê xebatê bidomînin. Ji ber ku hêza me ya madî di destê me de ye, em dilşad in. Em serbilind in ku ji bo gundê xwe dibin alîkar." Elena, zextên li ser jinan şermezar kir û diyar kir ku jin ji bo mafên xwe têbikoşin, ewê neperçiqin. Elena, destnîşan kir ku divê hemû jin xwe birêxistin bikin û wiha berdewam kir: "Heta ku mirov xwe birêxistin neke, nikare biserkeve. Kes nikare hêza jinê ji nedîtî ve bê. Jin her dem xurt û afirîner e."
Carolîn Kartun (20) ku beşa Turîzm û Otêlvanî ya zanîngehê xelas kiriye jî, diyar kir ku hewl dide li Gundê Vakifliyê, turîzmê bipêş bixe. Carolîn, anî ziman ku li gundê xwe du pansiyon vekirine û wiha got: “Yên ku tên serdana me, dixwazin li vir bimînin. Me jî, ji ber vê yekê dest bi çêkirina pansiyonan kir. Em ji derve piştgirî nastînin. Em bi piştgiriya madî ya Baskên Jinan a gundê xwe, bi derfetên xwe, dixebitin.”
'Bila jin nezewicin, heta ku baş zane nebin'
Kuhar Kartum (37) ku Endama Baskên Jinan û Kooperatîfa Çandiniyê, her wiha erkdara Surp Asdvadzazînê (Dêra Dayîka Meryem) e jî, diyar kir ku jinên li dêrê, di heman demê de endamên çalak ên Baskên Jinan in jî. Kuhar, da zanîn ku Baskên Jinan li hewşa dêrê reyon vekirine. Kuhar, destnîşan kir ku jin di bin bana kooperatîfê de bi awayekî xweser xwe birêxistin kirine û wiha pê de çû: "Di ola me de jin zêdetir li pêş in. Di her mijarê de em li pêş tên girtin. Em li pişt zilamên xwe nînin. Lê em li pêşiya wan jî nînin. Di baweriya me de, jin li ba zilam in." Kuhar destnîşan kir ku zewaca zû (di temeneke biçûk de), ne li gor çanda ermeniyan e. Kuhar, anî ziman ku li cem wan temenê herî biçûk ê zewacê, 25 e û xwest ku jin heta ku zane nebin, nezewicin. Kuhar, ev tişt gotin: "Mehra olî, girîng e li cem me. Gerek mehra fermî hebe, lê bêyî mehrên me yên olî jî nabe." Kuhar, ragihand ku dêr piştgiriyê dide jinan û got tiştên ku çêdikin,li hewşa dêrê ku ji bo jinan hatiye peydakirin, difroşin. Kuhar, anî ziman ku patenta xwarinên çêdikin, aydî wan e û bi formuleke taybet çêdikin. Kuhar diyar kir ku tarîfa van xwarinan vedişêrin û wiha pê de çû: "Rîçala gûzan, lîkorên cur bi cur, şirûba mandalînê, şirûbên konsantre, kizwan, sabûna defneyê, avtirşa hinarê, sosên ji catirê hatine çêkirin û gelek xwarinên me yên xwezayî hene. Patenta vana aydî me ye û em nadin kesek. Me madeyeke li van xwarinan zêde nekiriye. Em bi vî awayî, di aliyê aborî de azad in."
‘Em çandiniya dostê xwezayê esas digirin’
Taybetiyeke Gundê Vakifli jî, di çandiniya organîk de, di nav rayagiştî ya cîhanê de tê nasîn. Rayedarê Kooperatîfa Çandinî Bedros Kehyeoglu, diyar kir ku ji bo di aliyê aboriyê de bipêşkevin, biryara avakirina kooperatîfê girtine. Bedros, anî ziman ku girtina nav xwe ya di aliyê nêrîna xwe ya li xwezayê de, pêşî li wan vekiriye. Bedros, destnîşan kir ku ji bo tenduristiya xwe û gel, çandiniya organîk dikin û wiha berdewam kir: “Bi vî awayî em hem xwezayê, hem jî tenduristiyê diparêzin. Em bi tu awayî, hormon bikar naynin. Em di bergirtina kulîlkan de, mozan bikar tînin. Em van karan bi dermanan nakin.” Bedros, da zanîn ku bi pêşketina çandiniya organîk re, kîmyagerên li ser vê mijarê dixebitin, zirar kirine û wiha pê de çû: “Gelek caran em hatin sabotekirin. Me dest bi firotina firingiyan a welatên derve kiribû. Em derketibûn televîzyonan. Roja ku em derketin televîzyonê, em rastî sabotekirinê hatin. Firingî li piyasê 200 TL bû, me bi hezar û 700 TL’yî firingî difrotin. Lê bûn asteng. Me 50 ton (50 hezar kîlo) firingî difrot welatên derve. Ev 85 hezar TL dikir. Ji ber ku em rastî sabotajê hatin, 85hezar bû 4 hezar TL. Me zirarek mezin kir.” Bedros, anî ziman ku di navenda kooperatîfvaniyê de jin cih digirin û wiha got: "Em wekî zilamên Gundê Vakifliyê, heta ku bi jinan neşêwirin, kar nakin.” Bedros diyar kir ku jin gelek tiştan, ji zilam çêtir dizanin û da zanîn ku beriya dest bi kar bikin, destpêkê nêrîna jinê distînin, ev jî bûye prensîba wan a esas. Bedros destnîşan kir ku her jineke di serayên wan de dixebitin, xwedî hîsseyek in û wiha got: “Bi metoda hîsseyê, jin hem dixebite, hem jî dibe xwedî kar. Hejmara zêde, ya endamên me yên jin, nîşaneya yekîtiyê ye. Ji ber ku tu qîmetê nedî jinê, nikarî qîmetê bidî xwe.” Bedros, ragihand ku rêya çareserkirina pirsgirêkên aborî ya hemû gundan, di kooperatîfvaniyê re derbas dibe û wiha lê zêde kir: "Bila gundî anha serî li kooperatîfvaniyê bikin. Ji ber ku di holdîngên mezin dibin de, dê tune bibin. Dê erd û zeviyên xwe bidin û wekî karker bixebitin. Lê dema ku kooperatîf ava bikin, her ku biçe dê xurt bibin." Bedros, anî ziman ku ji bo bikaribin li ser piyê xwe bisekinin, tenê dikarin kooperatîfvaniyê bikin û diyar kir ku gundî, gerek şêwaza jiyana kolektîf esas bigirin.
Lorî Kartun (16) ku li navçeya Samandagiyê diçe lîseyê jî, da zanîn ku dixwaze piştî dibistanê, here Fakulteya Zîraetê. Lorî ragihand ku gundê wan di çandiniya organîk de serketinên mezin bidest xistiye û wiha got: “Gundê me, bi çandiniyê re mijûl dibe. Em di çandiniya organîk de gelek bipêş ketine. Ez jî dixwazim tevkariyek bidim gundê xwe û ji bo domdarî çêbibe, li vir bimînim. Lewma jî dixwazim bibim Endezyara Zîraetê.”
Navnîşana yekem a ji bo şîfayê ye ‘xweza’
Endama Kooperatîfa Çandiniyê û Baskên Jinan Serpîl Kartun, da xuyakirin ku bi çandiniya organîk re, bêyî ku zibileke kîmyewî bikar bînin, hilberîna alternatîfê sîstemê pêk anîne. Serpîl wiha got: “Em ji bilî hilberîna çandinî, wekî baskên jinan, li malên xwe rîçala truncê, rîçala gûzan, rîçala mişmişan, lîkora gilyazê, lîkora dendureşkê, tûşêmê, lîkora pûrteqalan çêdikin. Em ji zeytê û ji rûnê defneyê sabûn çêdikin. Şerabên me yên ku me bi destên xwe çûnêkirine, hene. Em van sabûnan li cihekî paqij pakêt dikin û difroşin.” Serpîl destnîşan kir ku têkiliya jinên gund a bi xwezayê re, cuda ye û da zanîn ku bi nebatan nexweşên xwe derman dikin. Serpîl diyar kir ku dema nexweşînek çêdibe, metodên ku extiyaran ji wan re gotine, pêk tînin û nexweşên xwe wisa derman dikin. Serpîl wiha got: “Dema ku wesleyeke tal dibe, em sabûna defneyê ku me çêkiriye, rinde dikin. Piştre hêk pê de dişkênin û wesleyê ku tal bûye, bi vî dermanî dipêçin. Piştî demeke, ev wesle baş dibe. Her wiha çaya me ya ji nebatên xwezayî hatine çêkirin heye. Dema ku em ji ber sermayê nexweş dikevin, em çaya çiyê û karanûf vedixwin. Çaya dalê jî heye li ba me. Em alûceyê û kulîlka leymûnê dikelînin û vedixwin. Ev metodên ku extiyarên me ji bo dermankirinê bikar anîne, em jî pêk tînin.”
'Pir xweş e ku mirov di jiyanê de li kêleka jinê be'
Muxtarê Gundê Vakifliyê Berch Kartum (48) ku kêfxweşiya ji ber birêxistinbûna jinê ya li gundê xwe anî ziman, diyar kir ku zilamên li gund, piştgiriyê didin baskên jinan ku li gund ava bûye. Berch, destnîşan kir ku jinan di sala yekem a birêxistinbûna xwe de, piştgiriya madî dane çêkirina pansiyona gund û wiha got: "Ev bû surprîzeke mezin ji bo me. Em wan pîroz dikin." Berch, li ser girîngiya hebûna jinan a li kêleka wan jî rawestiya û ev tişt lê zêde kirin:
"Em ji birêxistinbûna jinan kêfxweş in. Ji ber ku hevgirtina wan zêdetir bûye. Ev yek me pir kêfxweş dike. Ji ber ku dikarin ji heqê xwe bên der, em kêfxweş dibin. Hem piştgiriya madî, hem jî ya manewî didin me. Heta, em dema ku wan li ba xwe dibînin, kêfxweş dibin. Tevkarî didin gundê me. Bi vî awayî jî, bi xwe bawer dibin. Di gelek mijaran de, ji me, ji zilaman baştir in."
‘Di du bedenan de mêjiyek nabe, ji bo her bedenek mêjiyek divê’
Eda Kisador (35) a ku di Baskên Jinan, kooperatîfê û Koroya Cemiyeta Şaristaniyan de cih digre jî, diyar kir ku jin di jiyana gund de bi awayekî çalak cih digirin. Eda, destnîşan kir ku tevlîbûna wan a çalak a nava jiyanê, têkildarî birêxistinbûna di nav wan de ye û wiha got: “Ev ji bo me ne serketina îro ye, ev rindikayiya çanda me ye. Tu tiştekî bixwî, diqede, tiştekî bişkênî, tune dibe. Lê domandina mîrateya çandî tiştekî wisa xweş e, bêyî ku em bi xwe bihesin, em zana bûne, bêyî ku em bi xwe bihesin, em zana dikin. Aliyê herî xweş ê gundê me, ev e. Di du bedenan de mêjiyek nabe, ji bo her bedenek mêjiyek divê. Em wisa ne. Rindikayiyeke ku ji paşerojê de hatiye.“ Eda, destnîşan kir ku li gundê xwe yê baskên jinan û kooperatîfê birêxistin kirine, malovaniya gelek mêvanan dikin, di heman demê de jî hilberînên xwe yên çandî û çanda xwe bi turîstan didin nasîn. Eda, ragihand ku ji bo pêşxistina turîzmê, pansiyonên xwe yên berê, nû kirine û deriyên wan li turîstan vekirine. Eda diyar kir ku ji bo bikaribin li ser piyê xwe bisekinin, divê hilberînan bidin. Eda destnîşan kir ku cî didin xebatên çandî jî û wiha pê de çû: "Em li her derê, stranên xwe dibêjin. Em bi vî awayî jî, çanda xwe didin nasîn. Em ji jiyana bi ensturamanan re, pir hez dikin." Eda, destnîşan kir ku bi rêxistinbûna jinê re, li gundê wan her tişt guheriye û wiha got: “Me 5 sal beriya niha, kermes çêkiribû û her jinek, tiştên ku bi destên xwe çêkiriye, anî. Me li vê kermesê pêşkêş kir. Piştî kermesê, di destê me de 2 hezar TL hebû. Me ji bo nûkirina mala ku kooperatîfê diyarî kir, piştgirî da. 150 TL'yê me ji ber ma. Bi pereyê ku ma jî, me şitl stendin. Me li ser her şitleke, navê zarokan nivîsî. Me berpirsyariya her şitlek, da zaroka ku navê wê li ser şitlê hatiye nivîsandin. Zarokan ev berpirsyarî bicih anîn û şitlên xwe mezin kirin. Ev darên xweşik ku niha hûn li kêleka rê dibînin, rindikayiya ku jinan anîn e.”
‘Bajar ji bo jinan cihên pêbawer nînin'
Eda, anî ziman ku bajar ji bo jinan cihên pêbawer û bi ewlekarî nînin û destnîşan kir ku gund, ji bo jiyîna çanda jinan, navendên baştir in. Eda, anî ziman ku li gund bûyerên wekî dizî, des avêtin ku di aliyê exlaqî de 'şerm' in, tune û wiha pê de çû: “Em li gundên xwe, wekî xwişk û bira dijîn. Min tu car nebihîstiye ku dayika min ji min re gotiye 'keça min, tu jin î, ji liv û tevgera xwe haydar be, neçe vê derê, wê derê, wiha bike, wiha neke.' Ev, rindikayiyeke ji çanda ermeniyan hatî ye. Jiyana li gund, nadim bi jiyana li bajêr. Em dikarin heta nîvê şevê, li çayxaneyan rûnên. Zarokên me heta derengiya şevê dikarin li derve bigerin. Tu kes ji zarokê xwe re nabêjin 'dereng e, were malê'. Ez vê bêhna xweş a gundê xwe, nadim bi hemû cîhanê. Rastî êrişeke zayendî (cinsî) nayêm. Rastî tundiyê nayêm. Gelek kêfxweş im." Eda, da zanîn ku li Gundê Vakifliyê hem cejnên wan hem jî cejnên gundên cîran tên pîrozkirin û wiha got: “Em hem cejnên xwe dijîn, hem jî kincên xwe yên xweşik li xwe dikin û diçin serdana cejnê ya gundên cîran ên misliman in. Cejnên wan jî ji bo me taybet û xweş in.” Eda, anî ziman ku dixwaze bi rêya ajanseke nûçeyan a jinan, ji Gundê Vakifliyê bang li hemû zilaman bike û wiha got: “Destpêkê, dixwazim peyameke bidim zilaman. Bila jin ne li dû we bin, bila li cem we bin. Ka çima ew ê li dû we were? Dem û dewran guherî. Pêdivî bi hêza bedenê tune, bi hêza mêjî heye. Berê, pêdivî bi hêza bedenê hebû. Cotkarî, bi hêza bedenê dihat kirin. Êdî wisa nîne. Jinek jî dema bixwaze dikare li cihê xwe jî cîhanê birêve bibe. Em bi mêjî zêde bibin ku em bi rastî jî bipêş bikevin. Çima nahêlin ku jin bipêş bikevin? Ew jin nîne ku zilam tîne dinê? Ya ku wê serdestiyê pêk tîne, zilam tîne dinê ne jin bûye? Ew jin nîne ku can dide, piştî xweda ya duyemîn ku can dide? Bi rastî jî xweda jin û xwezayê bêhempa afirandiye. Çi û kê biçûk dibînin? Kê didin dû xwe? Ka bifikirin. Serê her tiştî jin e. Hesinê malê, jin e. Wekî ku Nazim Hîkmet gotiye, bi rastî jin destê me, milê me, çoka me, dayîka me, keça me, xwîşka me, her tiştê me ye. Di çanda me de jî ev yek wiha ye. Ez her tim ji hêza xwezayê bawer dikim. Xwezayê taybetiyeke pir xweş daye zilam. Hêza fizîkî daye wî. Lê ez vêya wekî mezinatî nabînim. Dibêjim xweşikiya cuda cuda. Çima her kes taybetmendiyên xwe bi awayekî xweş najî? Çend roj beriya niha, bi munasebeta roja jinan, min helbesteke nivîsî. Dixwazim bi we re parve bikim.
Dermanek dizanim pir baş e, lê bijîşk nikarin di reçeteyê de binvîsin.
Dermaneke dizanim ku pir bi tesîr e, lê dermanfiroş nikarin di refikan de bifroşin,
Dermaneke dizanim ku qewlê wê tu car naqede,
Beriya xwarinê an jî piştî xwarinê qet ferq nake, her tim dikarî bixwî.
Te dît zaroka me baz dide, dikeve, çoka xwe dike birîn,
Vedigere, tê, dibêje dayê çoka min diêşe û digirî,
Em dikin axîn dema ku zaroka me nêz dibe, ji bo êşa wê jê bistînin.
Piştre em wê hembêz dikin, destê xwe di porê wê didin û maç dikin,
Ji bo dermanê efsûnî yê nava dilê xwe biherikînin.
Xwe davêje ber çoka wê, dibêje baş bûm û dîsa baz dide.
Wiha ye jinê, tu dizanî ku tu dermanek î, ji vêya wêdetir heye?"
Bi stranên ermeniyan oxir dikin
Xalê Panos (Çapar) ku ji bo gel bi hev re bijîn dua dike, dema em ji gund vediqetiyan, bi rûkeniya xwe em pêşwazî kirin. Xalê Panos ku 80 salî ye, ji me re behsa dîroka gund kir û wiha got: “Çandiniya organîk di dema me de, heta sala 1950’yî jî hebû. Her tişt pir xwezayî bû, gelek bû û qezenca me zêde bû. Lê niha wisa nîne. Em di çandiniya organîk de pir di zirarê de ne. Hilberînên me xwezayî ne, lewma jî dereng çêdibin. Yên ku zibila kîmyewî bikar tînin hilberîna xwe hem zû digirin, hem jî pir. Ev jî, niheqiyeke li nanê me tê kirin e. Lê çi dibe bila bibe, em ê hilberîneke ku zirarê dide xwezayê, çênekin. Em nikarin tiştekî wiha bifikirin.” Xalê Panos, destnîşan kir ku li Gundê Vakifliyê cihê jinê xweser e û wiha pê de çû: “Jin her tim gelekî bi qîmet in ji bom e. Jinên gund, ji zilaman bikêrtir û jîrtir in. Afirîner û serketîtir in jî.”
Xalê Panos piştî ku gotina xwe bidawî kir, entrumana xwe girt destê xwe û bi nefesa xwe ya xurt, bi stranên ermenkî em oxir kirin.
Wêne: Nuran AKTAŞ
Kamera : Zehra DOGAN
JINHA
(na-zd/xo)

