Li Ispartayê qezaya trafîkê: 13 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan

09:59

JINHA


ISPARTA - Li Ispartayê dolmişa karkerên demsalê qeza kir û di encama qezayê de 13 karkeran jiyana xwe ji dest da û 9 karker jî birîndar bûn. 

Li nêzî navçeya Yalvaç a Ispartayê dolmişa karkerên jin ên ku ji bo komkirina sêvan dibirin navçeya Gelendostê di rê de wergeriya. Hate diyarkirin ku di encama qezayê de kesên jiyana xwe ji dest da hemû jin in. 

(zt)