Li sînor stranên Kobanê
12:32
JINHA
RIHA - Bi sedan kesên li sînorê Kobanê û Pirsûsê nobeta berxwedanê digirin piştî zincîra mivan pêk hat bi yek dengî stranên Kobanê stran û şervanên YPG/YPJ'ê slav kirin.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwadan Kobanê kete roja 47'emîn û nobeta berxwadanê ya li sînor jî bi çalakiyan ve didome. Li sînorê Pirsûsê ya Kobanê her roj zincîra mirovan bi rêk û pêk tê lidarxistin îro jî hate lidarxistin. Welatiyên li sînor nobetê digirin saet di 10.30'an û 11.00'an de li gundê Miseynterê berê xwe dan Kobanê û zincirê mirovan li dar xistin. Bi sedan welatiyan dest dan hev û di zincîrê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwadana YPG/YPJ'ê" "Bijî Serok Apo" berz kirin û xwestin dengê xwe bigihînin şervanên YPG û YPJ'ê. Welatiyan piştre bi hevre starên Kobanê stran û li çepikan dan.
(zt)

